KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Amed û Êlihê malbat li dadê digerin
Di çalakiyan de yên li Amed û Êlihê hate xwestin ku ser dosyaya 'kiryar nediyar' a Mehmet Sîncar were were ronîkirin û çîroka malbatên Serîn û Işik hate vegotin. -
Li Mêrdînê berxwedan didome
Parlementera HDP'ê Pero Dundar li Mêrdînê di Nobeta Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku wê berxwedana wan a li hember qeyyûman bidome. -
Nobeta Demokrasiyê ya li Wanê didome
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariya bajarê mezin di roja 48'an de domiya. -
Gelek ciwanên hatibûn Cizîrê, hatin destgîrkirin!
Herî kêm 40 ciwan hatin destgîrkirin ên ku ji bo Festîvala Çand û Hunerê ya Ciwanan a Mem û Zînê hatibûn Cizîrê. -
HPG: Em ê li ser rêya azadiyê ya şehîdan bimeşin
HPG’ê nasnameya 5 gerîlayan eşkere kir ên ku li Wanê şehîd bûne. HPG’ê got ku “Em ê alaya têkoşînê ya şehîdên xwe bilind bikin û em ê li ser rêya azadiyê ya şehîdan bi biryardarî bimeşin.” -
HPG'ê du gerîlayên ku li Amedê şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên nasnameyê yên du gerîlayên ku 11'ê Îlonê li Amedê di şer de şehîd bûbû ragihand. -
Li Hewlêrê malbatek ji Kobanê hate qetilkirin
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê malbateke penabera a ji Kobanê li gundê ku lê dima bû hedefa êrîşa çekdarî. Ji ber êrîşê 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
8 hunermendên bi kurdî stranan dibêjin binçav kirin
Li Wêranşerê, 8 hunermendên di dawetan bi kurdî stranan dibêjin, bi sûcdariya “Propagandeya rêxistinê kirin” hatin binçavkirin. -
Ciwanê 14 salî pirtûka ‘Esir Dunyalar’ nivîsî
Yek ji nivîskarê herî biçûk ê Kurd Firat Ozdemîr ê 14 salî ye. Ji 7 saliya xwe ve helbest û stranên rapê dinivîse. Ozdemîr ê ku pirtûka yekem çap kir û li 7’emîn Fûara Pirtûkan a Amedê bi xwîneran re hate ba hev. -
Doza Nisêbînê: Li 4 kesan cezayê muebbeta girankirî hate birîn
Îro rûniştina doza li ser qedexekirina derketina kolanan a li Nisêbînê hat. Dadgehê li 3 kesan cezaye muebbeta girankirî û 15 sal û li kesekî ji muebbeta girankirî û 25 sal ceza birî. -
Li Dêrsim û Rihayê 2 kes hatin girtin, 2 kes jî hatin destgîrkirin
Li Dêrsim û Rihayê 2 kes hatin girtin, 2 kes jî hatin destgîrkirin -
Gerîlayên YJA Starê li Avaşînê çalakî li dar xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayên YJA Starê li Avaşînê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakiyek li dar xistine. Di daxuyaniyê de gerîlayek jî hate bibîranîn a ku di 11’ê Îlonê li Çelê şehîd bûbû. -
Nobeta Demokrasiyê: Em ê li rûmeta xwe xwedî derkevin
Serokê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî li Nobeta Demokrasiyê axivî, got, ''Divê em li rûmeta xwe xwedî derkevin, heta ku em vîna xwe bistînin divê em li qadan bin''. -
Avci: Qeyûm wê bicehime, berxwedan wê bi ser bikeve
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Wanê Mûstafa Avci li nobeda demokrasiyê axivî û got, "Qeyûm wê bicehime biçe. Berxwedana me wê teqez bi ser bikeve." -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Şemzînanê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke sabotajê ya li dijî wesayiteke dagirkeran a li Şemzînanê weşand. -
Ambargoya li ser Mexmûrê bebikeke dî jî kuşt
Ji ber ambargoya li ser kampa penaberan a Mexmûrê bebikeke 5 mehî ji ber ku zû negihaşte nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Doz li malbatên Roboskiyê vekirin
Bi îdîaya ''propagandya rêxistinê'' doz li malbatên Roboskiyan hate vekirin, ku zarokên wan bi balafirên şer ên artêşa Tirk hatibûn qetilkirin. -
Balafirên şer ên Tirk bombe li herêma Amediyê barandin
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker bombe li bajarokekî navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê barandin. -
Dayikên Aştiyê: Divê tecrîd bi dawî bibe
Dayikên Aştiyê ku di dema grevên birçîbûnê de daketin qadan û hewl dan bibin dengê xizmên xwe yên di greva birçîbûnê de ne, xwestin ku beriya bigihêje asta destpêkirina greva birçîbûnê tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. -
Ertan: Li Wanê Rewşa Awarte heye
Hevşaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î û êrîşên li dijî xwe axivî. Ertan got, li Wanê Rewşa Awarte heye. -
Rejîma Îranê kolberek din jî qetil kir
Hêzên rejîma Îranê li herêma Kelaşîn a girêdayî bajarê Şîno yê Rojhilatê Kurdistanê kolberek qetil kir -
Dagirkeran li Mêrdîn û Sêrtê dest bi operasyonê kirine
Artêşa Tirk a dagirker li Mêrdîn û Sêrtê dest bi operasyonê kirin. Êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê jî didomin. -
Nobeda demokrasiyê ya li Amedê: Berxwedan wê bi ser bikeve
Nobeda demokrasiyê ya li Amedê di roja 45'an de ye. Siyasetmedar Akin Bîrdal li qada çalakiyê axivî û diyar kir ku bi qeyûman paşeroja tevahiya welat hatiye desteserkirin. -
Jendermeyan nehiştin kon bê vedan, sersaxî li malê tê qebûlkirin
Malbata gerîlayê HPG'ê Muslum Gunduzalp ji ber ku hêzên dewleta Tirk nehiştin ku konê sersaxiyê vedin, li malê pêşwaziyê li serdanên sersaxiyê dike. -
Parvekirinên medya civakî bû hinceta doza li dijî rojnamevanan
Der barê 7 rojnamevanan de bi hinceta ku lînka nûçeyeke der barê Alîkarê Fermandarê Giştî yê Jendermeyan Mûsa Çîtîl di medya civakî de parve kirin, tê xwestin ku ji salekê heta sê salan cezayê girtîgehê bê birîn.