KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şirnexê xwepêşandan ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Tirk a li Şirnexê, çalakî û xwepêşandanên li Şirnexê ji bo 15 rojan qedexe kir. -
Weşanxaneyên li fûara pirtûkan a Amedê ji xwîneran kêfxweş in
Weşanxaneyên tevlî Fûara Pirtûkan a 7'an a Amedê bûn, ku ji aliyê TUYAP'ê ve tê pêkanîn, ji xwînerên li Amedê kêfxweş in. -
Ji afirînerên destana Avaşînê: Avaşîn Delîla
Avaşîn Delîla du salan bi sebreke mezin xwe ji bo jiyana li çiyayên Kurdistanê amade kir. Niha jî li destana Avaşînê bi rengekî têgihiştî têdikoşe. -
Qeyûm di nava mehekê de qaseya şaredariyê vala kir
Qeyûmê ku li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya HDP'î hate tayînkirin, di nava mehekê de qaseya şaredariyê vala kir. -
Nobeda Demokrasiyê: Heke Kurd bibin yek wê bi ser bikevin
Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê kete roja 44'an. Di axaftinên çalakiyan de hate gotin Kurd bi berxwedanê heta îro hatine û ku bibin yek wê bi ser bikevin. -
Berxwedan li Mêrdînê didome: Em ê dawî li dagirkeriyê bînin!
Berxwedana li Mêrdînê ya li dijî dagirkeriya şaredariyan dewam dike. Parlementera HDP’ê Ebrû Gunay a di çalakiyê de axivî got: “Çi dibe bila bibe wê gelê me şaredariyê xwe bistîne.” -
Gerîlayan li Qersê li hêzên operasyonê dan
Gerîlayan li dijî leşkerên Tirk ên li devera Çemçê ya girêdayî Qaxizman a Qersê derketibûn operasyonê 2 caran çalakiyên sabojatê lidar xistin. Di çalakiyê de bi qasî hate zelalkirin 2 leşker hatine kuştin. -
Wan bi biryar e: Encam wê bêhempa be
Parlamenterê HDP'ê Mûrat Sarisaç li Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê axivî û ji her kesî xwest ku xwe li berxwedanê bikin xwedî û got, "Encam wê bêhempa be." -
Îtîrazî girtinên li Pasûrê hate kirin
Îtîraza girtina hevşaredarên Pasûrê Fatîh Taş û Fatma Tay hate redkirin. -
Kolberek ji ber teqîna mayinê birîndar bû
Li herêma Hewramanê mayînek bi kolberek ve teqiya û bi giranî birîndar bû. -
HPG: Em şehîdên Mêrdînê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê 3 gerîlayên li Mêrdînê şehîd bûn bi rêzdarî bi bîr anî û diyar kir, "Em soz didin ku em ê mîrateya têkoşînê ya şehîdên xwe bi ser bixînin." -
Medya Mawa 26 salan qet nesekinî
Yek ji Fermandara YJA STAR’ê Medya Mawa (Emîne Kaya) di temenekî ciwan de tevlî nav refên gerîlayan bû û 26 salan ji Heftenînê heta Dêrsimê şer kir. Di 30’ê Îlona 2018’an de jî şehîd bû. -
'Li dijî zilmê em ê bibin mertal'
Du kalemêr, du heval, du şivan û du çalakger. Emrê yekê 81 yê din jî 72 salî ye. Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î 44 roj in bi deng û rengê xwe tevlî Nobeda Demokrasiyê dibin. -
Piştî 4 meh û şûnde cenazeyê Kayran û Demîr spartin axê
Cenazeyê ji 4 gerîlayên HPG’ê Yûsûf Kayran (Zinar Akro) û Omer Demîr (Serhildan Mazî) ên li bejahiya Licê ya Amedê di şer û bomberdûmanê de şehîd bûbûn, li Goristana Yenîkoyê spartin axê. -
Di Doza Mêrdînê de li 5 zaroka 175 sal ceza hate birîn
Di Doza Nisêbînê de ku îro 5 zarok dihatin darezandin her yekê 35 sal ceza hate dayîn. Yek jê zarok doza 3 kesî jî hate taloqkirin. -
Şimdî yê di serdegirtina malan a Mêrdînê de jiyana xwe ji dest dabû veşrtin
Firat Şimdî yê hate ragihandin ji bo di serdegirtina polîsan a ser malê de ya li Artûklûyê nekeve destan dawî li jiyana xwe aniye, hate veşartin. -
Nobeda Amed di roja 43’an de ye: Heta qeyûm biçin…!
Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê di roja 43’an de ye. Di çalakiyê de banga girêdanbûna bi berxwedanê re hate kirin. -
Dundar: Yên me nas nekin em jî wan nas nakin!
Nobeta Demokrasiyê li Mêrdînê jî domiya. Parlementera HDP’ê Pero Dundar got ku “Yên me nas nekin, em jî wan nas nakin.” -
Li Amedê 2 kes hatin girtin û kesek jî hate destgîrkirin
Li Amedê 2 HDP’yî hatin girtin û kesek jî hate destgîrkirin. -
HPG'ê gerîlayê li Wanê şehîd bû bi bîr anî
HPG'ê diyar kir ku gerîlayê wan Nasir Mecîtpûr (Simko Agirî) li Wanê şehîd bûye û destnîşan kir, "Bû milîtanekî girêdayî îdeolojiya azadiyê ya Rêber Apo. Heta kêliya dawî ji bo azadiya gelê Kurd têkoşiya û bi rengekî bê eman li ber xwe da." -
Li Mêrdînê polîsan girtin ser malekê, kesek mir
Li navçeya Artûklûyê ya Mêrdînê polîsan girtin ser malekê. Di serdegirtinê de kesek mir û 4 jê zarok 8 kes jî hatin destgîrkirin. -
Daxwaza girtina bersûcên doza JÎTEM’a Kerboranê hat redkirin
Parêzeran di doza “JÎTEM’a Kerboranê” de xwestin bersûc bên girtin. Heyeta dadgehê carek din daxwaza parêzeran red kir. -
Bayik: Yekîtiya Kurdan misogeriya destketiyên her parçeyî ye
"Li gorî me, parçebûn û şerê nava Kurdan nerast e. Di nava şert û mercên Şerê Sêyemîn ê Dinyayê de Kurd li parçeyekî bi tenê nikarin encama dixwazin bi dest bixin. Misogeriya destketiyên hemû parçeyan, yekîtiya Kurdan e, têkoşîna li her çar parçeyan e." -
Partiyên Kurdan ên Iraq û Başûrê Kurdistanê lîsteyeke hevpar ava kirin
Neh partiyên siyasî yên li Iraq û Başûrê Kurdistanê wê bi navê ‘Hevpeymana Kurdistanê’ bi lîsteyeke hevpar têkevin hilbijartina herêmî. -
HPG’ê li Şemzînanê çalakiyeke sabotajê li dar xist
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku hêzên wan li Şemzînana Colemêrgê li dijî wesayîteke leşkerî çalakiyeke sabotajê li dar xistiye.