KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Silêmaniyeyê konferansa aştiyê pêk hat
Partiyên siyasî, komên baweriyan û civatên etnîkî yên li Başûrê Kurdistanê ji bo pêkanîna aştiyê konfearnsek lidar xistin. -
Dayikên Aştiyê yên li Wanê: Em ê bi ser bikevin
Dayikên Aştiyê beşdarî Nobeda Demokrasiyê ya li Wanê bûn ku li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î pêk tê û diyar kirin, wê teqez bi ser bikevin. -
HPG'ê şehîdên Avaşîn û Heftanînê bi bîr anî
HPG'ê gerîlayên li Avaşînê û Heftanînê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, "Di serî de malbatên hevrêyên me yên şehîd bûn bila serê gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be û sozê didin ku em ê ala azadiyê ya şehîdên xwe biginînin serketinê." -
Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê kesek hate destgîrkirin
Nûnerê ajokarên navenda tenduristiyê ya bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê hêzên rejîma Îranê ve hate destgîrkirin. -
Li Dersimê terora polîsan: Hevserokên HDP'ê hatin destgîrkirin
Li Dersimê bi terora destgîrkirinê Hevserokên Bajêr ên HDP'ê Hidir Çîçek û Ozlem Toprak hatin destgîrkirin. -
Girtiyên li Wanê: Bêhn li me çikandin
Girtiyên li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Wanê nameyek şandin û qala binpêkirina mafên mirovan ên giran kirin. Girtiyan gotin, bi pêkanînên nû bêhn li wan çikandine. -
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê Demîr hate veşartin
Malbata gerîlayê HPG’ê Muhammet Emin Demîr (Denîz Agirbaz) ku di 11’ê Tebaxê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî 49 rojan cenazeyê kurê xwe wergirtin û şevê din li Bismilê defin kirin. -
Tiriyê Erdîşê bû çavkaniya debarê ya şêniyên herêmê
Tiriyê Erdîşê ku mêwên wê beriya 3 hezar salî li navçeya Erdîş a Wanê ji aliyê Şaristaniya Ûrartû ve hatin çandin, hîn jî li navçeyê çavkaniya debarê ya gel e. -
Li Colemêrgê 15 herêm hatin qedexekirin
Li Colemêrgê 15 herêm heta 15 rojan hatin qedexekirin wê gel nikaribin biçin van herêman. -
Li Amedê roja 41’emîn: Mafê Kurdan tê binpêkirin
Li Amedê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî desterserkirina şaredariyan di roja 41’emîn de didome. -
Gerîlayên HPG’ê li Heftenîn û Kato Jîrka çalakî kirin
Gerîlayên HPG’ê li dijî operasyonên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê rêze çalakî kirin. -
‘Li Kerkûkê di vê demê de pêkanîna serjimêriyê ji bo Kurdan xeterî ye'
Li gorî alî û partiyên Kurd ên bajarê Kerkûkê, di şert û mercê niha yê xeternak a Kerkûkê de pêkanîna serjimêriyê wê bandorekî nebaş li ser Kurdan û vîna wan a li bajarê bike. -
PKK’ê şehîdên meha Îlonê bibîr anî
Komîteya Xebatên Şehîdan a PKK’ê bi daxuyaniyekê şehîdên Xakurkê yên meha Îlonê di Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de şehîd bûne bibîr anî. -
Gerîla Avareş: Botan cihê hesab pirsînê ye
Gerîlaya YJA Star Arîn Avareş ji bo Botanê got: “Cihê herî xweş ê li hevkombûna hevrêtî û dîsa cihê herî dijwar ê hesab pirsîna ji dijmin e.” -
Leşkerên Tirk dîsa agir berda çiyayê Cûdî
Li ser gulereşandina leşkerên Tirk li devera daristan a herêma Çiyayê Cûdî ya dikeve bejahiya navçeya Silopiya ya Şirnexê şewat derket. -
Dayikên Aştiyê yên Mexmûr dawî li çalakiya xwe anî
Dayikên Aştiyê yên Mexmûr ku li pêşiya benda kontrolê ya Asayîşa PDK’ê li dijî ambargoyê 27 roj bûn di çalakiya rûniştinê de bûn, dawî li çalakiya xwe anîne. Dayikan ragihandin ku wê bi rêbazên cuda têkoşîna xwe ya li dijî ambargoyê bidomînin. -
Plaftforma Ked û Demokrasiyê: Li dijî qeyûman em bi hev re ne!
Plaftforma Ked û Demokrasiyê ya Antalya ya tevlî nobeda Amedê bû, peyama ‘Em li gel Kurdan in’ da. -
Jina bi nexweşiya penceşêrê ya nexwest li ber avahiya HDP’ê rûne hate destgîrkirin
Leşker û cerdevanan ji jina nexweşiya pençeşêrê Ayla Seyîtoglû re got “Biçe ber avahiya HDP’ê”. Seyîtgolû ev tişt red kir û hate destgîrkirin. -
Li Kêla Memê operasyon û bomberdûman
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî operasyon û şer daxuyaniye da. -
TTB: Qeyûm ciyaneta demokrasiyê ye!
Serokê Konseya Navenda TTB’ê Sînan Adiyaman têkildarî dagirkirina şaredariyan got; “Desteserkirina şaredariyan cînayeta demokrasiyê ye. AKP rêz ji îradeya gel re nagre.” -
Nobeda demokrasiyê ya li Wanê: Rêveberiya heyî dîktatorî ye
Parlamenterê HDP'ê Erol Katircioglû li nobeda demokrasiyê ya li Wanê axivî û got, "Rêbaza heyî ya rêveberiyê rêveberiya şexsekî û dîktatorî ye." -
Rêxistinên Civakî Sivîl ên Amedê: Em hînî qeyûm nabin!
Rêxistinên Civaka Sivîl (RCS) yên Amedê li dijî dagirkeriya qeyûm helwest nîşan dan û gotin, ev darbe ye. RCS'yan diyar kirin ew hînî hişmendiya qeyûm nabin. -
Doza Şemzînanê taloqî 17'ê Kanûnê bû
Li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê di 9’ê mijdara 2005’an de Pirtûkxaneya Umutê hatibû bombekirin. Danişîn taloqî 17'ê Kanûnê bû. -
Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 27 roj in li ber xwe didin
Berxwedana Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ya li ber benda kontrolê ya asayîşa PDK'ê 27 roj in didome. -
Semra Guzel: Zarok ji ber xemsariyê bi jehrê ketin
Parlamentera HDP'ê Semra Guzel bal kişand ser bêkontroliya li dibistanan û destnîşan kir, sedema bijehrêketina xwendekarên li dibistaneke Çewlikê xemsarî û bêtedbîrî ye.