KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Yekane çareseriya krîzên Rojhilata Navîn felsefeya Ocalan e'
Proje û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku çareseriyê ji krîz û nakokiyên li Rojhilata Navîn re peyda dike, bala her kesî dikişîne. Şîrovekar û çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê der barê mijarê de axivîn. -
Nobeda Amed: Ev gel napejirîne, rê nade!
Nobeda Demokrasiyê ya li Amedê di roja 34’an de ye, desteserkirina şaredariyên Amed, Wan, Mêrdîn, Pasûr û Qereyaziyê hate protestokirin. -
HPG: Li Colemêrgê 5 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di 3 çalakiyên gerîla yên li Colemêrgê hatin kirin de bi kêmanî 5 leşker hatine kuştin. -
Ciwan tevlî nobeta demokrasiyê ya li Wanê bûn
Li Wanê li dijî desteserkirian şaredariyê Nobeda Demokrasiyê di roja 34’an de didome. Ciwanên Wanê tevlî nobetê bûn. -
Yekîneya Tolhildanê çalakiyên li dijî polîsan a li Baxlarê li xwe girt
Koma Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Mervan Amed bi daxuyaniyeke du çalakiyên 15 û 17’ê Tebaxê yên li navçeya Baxlarê ya Amedê ya li dijî polîsan li xwe girt. Yekîneyê got di çalakiyan de herî kêm 2 tîmên taybet hatin kuştin. -
Partiyên Kurd: Li dijî siyaseta Kurdan kampanyayeke reş tê kirin
Li Amedê gelek partiyên Kurd bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kirin ku li dijî siyaseta Kurdan kampanyayeke reş tê kirin. -
Dorpêç û ambargoya PDK’ê di roja 66’an de ye
Xelkê Mexmûrê yê ev 66 roj in di bin dorpêç û ambargoya asayîşa PDK’ê û rêveberiya wê de ne. Li aliyê din berxwedana Dayikên Aşitiyê yên Mexmûr a li dijî ambargo û dorpêçê di roja 21’an de didome. -
Li Mûşê heta 15 rojan çalakî hate qedexekirin
Walîtiya Mûşê li tevayî bajêr heta 15 rojan çalakî û aktivîte qedexe kir. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li dijî kontrayan a li Bazîdê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîlayên YJA-Star a 1’ê Hezîranê li navçeya Bazîd a Agiriyê weşand ku di çalakiyê de 6 kontra hatibûn kuştin. -
HPG: Li Xakurkê, Şemzînan û Pasûrê 7 leşker û 7 kontra hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HGP’ê ragihand ku di çalakiyên gerîla yên li Xakurk û Şemzînanê de bi kêmanî 7 leşker hatin kuştin. HPG’ê çalakiya sabotajê ya li Pasûrê jî li xwe girt. HPG’ê got, di çalakiyê de 7 kontra hatine kuştin. -
HPG’ê gerîlayên li Heftenînê şehîd bûbûn bibîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 4 gerîlayên meha Tebaxê di encama êrîşeke hewayî de şehîd bûbû bibîr anî. -
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Qeyûm destpêkê êrîşî jinan dike!
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûm di roja 33’an de ye. Di çalakiyê de aktivîsta TJA’yê Rojbîn Bor axivî û wiha got; “Qeyûm destpêkê destkeftiyên jinan dike hedef.” -
Mûsa Anter li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn
Rojnamevan û nivîskarê Kurd Mûsa Anter li cihê ku hatî qetilkirin hate bibîranîn. -
Dadgehê pirtûka bi navê ‘Strana Xakê’ qedexe kir
Dadgeha ceza ya sulhê ya Qersê pirtûka bi navê ‘Strana Xakê’ qedexe kir. -
Aloziya navbera PDK û YNK'ê mezin dibe
Aloziya navbera PDK û YNK'ê mezin dibe. Nehiştin ku rêveberê YNK'ê Mahmûd Sengawî bikeve nava Hewlêrê. Li dijî avahiya PDK'ê jî êrîşeke çekdarî pêk hat. -
Guven: Em ne hewcedarê kesî ne; em ê berxwedanê mezin bikin
Hevseroka KCD'ê Leyla Guven bi malbatên kesên di dema êrîşên qirkirinê de li Cizîrê hatin qetillkirin û malbata çalakgerê fedayî Mahsûm Pamay re hevdîtin kir. -
Li Xakurkê şer qewimî, gelek leşkerên Tirk hatin kuştin
Hate ragihandin ku li herêma Xakurkê ya Başûrê Kurdistanê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de şer qewimî. Di şer de sê leşkerên Tirk hatin kuştin. -
'Li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin'
Berîvan Edîn ku hevsera yekji şehîdên Cizîrê Sahîp Edîn e diyar kir, dengê Cizîrê bi têrkerî nehate bihîstin û got, "Her kes bêdeng ma, lê belê divê Kurd li her devera Kurdistanê xwedî li îradeya xwe derkevin, li dijî zilmê dengê xwe bilind bikin." -
'Li gund ambargoya dewleta Tirk, li Mexmûrê jî ya PDK'ê'
Ji dayikên aştiyê yên ku ji bo bidawîbûna ambargoya li ser Mexmûrê li ber xwe didin Qumrî Tûnç anî ziman, ku li gund dewleta Tirk, li Mexmûrê jî PDK ambargoyê dike û got, "Em ê vê ambargoyê ji holê rabikin." -
Mizrakli: Me ew tirsandin!
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Adnan Selçûk Mizrakli yê di Nobeda Demokrasiyê de axivî got: “Em ew tirsand in. Li dij yekparêziyê, hişmendiyeke bûye gel heye.” -
Pêngava Şoreşgerî didome: 7 leşker hatin kuştin
Di çalakiyên gerîlayên HPG/YJA Star ên di çarçoveya pêngavên şoreşgerî yên li dijî dagirkeriyê de bi qasî hate zelalkirin 7 leşkerên Tirk hatin kuştin. -
Bulbul: Em civakê tînin ba hev û AKP’ê parçe dikin!
Parlementerê HDP’ê Kemal Bulbul di Nobeta Demokrasiyê de axivî û got “Me civak anî ba hev û me AKP parçe kir.” -
Guven: Tirsa desthilatê ji HDP'ê û gelê Kurd e
Wekîla HDP'ê û Hevseroka KCD'ê Leyla Guven li Mêrdînê axivî û got, desthilat ji gelê Kurd ditirse. Guven diyar kir, heta ku CHP nebe xwedî helwesteke zelal wê nebe desthilat. -
Dayikên Mexmûrê ji Serokkomarê Iraqê re nameyeke vekirî nivîsîn
Li ser navê dayikên Mexmûrê ku ev 19 roj in li ber seytereya PDK’ê çalakiya rûniştinê pêk tînin hevşaredara Mexmûrê, ji serokkomarê Iraqê Berhem Salih re nameyeke vekirî nivîsî û bang lê kirin ku ji bo dawîlêanîna vê ambargoyê bikeve nav hewldanan. -
Li Amedê dîsa wesayîta polîsan li kesekî qelibî
Li Amedê wesayîta polîsên ku endamên POH’ê bikar dianîn li welatiyê bi navê Hasan Hazar qelibî. Hazar rakirin Beşa Cerahî ya Mejî ya Fakulteya Tibê ya Zanîngeha Dîcleyê.