KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Çiyayê Cûdî şewat derket
Li devera daristan a li Herêma Çiyayê Cûdî ya dikeve bejahiya navenda Şirnexê şewat derket. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Orde hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Mîkdat Orde (Harûn Delal) yê 6’ê Tîrmehê li Geverê di şer de şehîd bûbû, piştî 43 rojan radestî malbatê hate kirin. Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Orde li gundê Mikuryanî hate veşartin. -
Hunermend Ferîqî li ser gora xwe hate bibîranîn
Hunermed Merziye Ferîqî di salvegera 14’an a wefata xwe de li ser gora xwe bi tevlîbûna dehan kesî hate bibîranîn. -
Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Çiyager Hêvî çalakiyên xwe eşkere kir
Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Çiyager Hêvî encamên çalakiyên xwe yên di navbera 8-15’ê Îlonê de eşkere kir. -
Dayikên Laçik Spî: Di wesayîta polîsan de êşkence li me kirin
Li Amedê Nobeda Demokrasiyê didome. Ji dayikên Laçik Spî yên duh li ber AKP’ê hatibûn destgîrkirin Aysel Tufan di çalakiya Nobeta Demokrasiyê de diyar kir ku ew ji bo aştiyê çûbûn ber AKP’ê lê ew hatin destgîrkirin. -
Sarisaç: AKP-MHP desthilatdariya şer û komkujiyan e
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 31’an de ye. Di çalakiyê de Parlamenterê HDP’ê Mûrat Sarisaç axivî, diyar kir ku AKP-MHP desthilatdariya şer û komkujiyan e û HDP çareserî ye. -
HDP daket qadan: AKP hildiweşe
HDP’ê desteserkirina şaredariyên Pasûr û Qereyazîyê li gelek bajar û navçeyan protesto kir. Di çalakiyên protestoyê de hate diyarkirin ku wê berxwedana li hemberî AKP û MHP’ê geş bibe. -
Li Heftanin, Xakurkê û Çelê çalakiyên gerîlayan
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Heftanîn, Xakurkê û Çelê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker rêzeçalakî lidarxist. -
Dadgeriya AKP'ê hebûna JÎTEM'ê qebûl nekir
Biryara bi hincet a Doza JÎTEM ya Qoserê hate eşkere kirin. Îfadeyên gazindkeran û şahidan ‘razber’ hate dîtin û JÎTEM jî hate înkarkirin. -
Helîkopter li ser esmanên Mexmûrê digerin
Ji serê sibê ve li ser esmanên Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) ya girêdayî navçeya Mexmûr ya Musilê tevgerekî zêde ya helîkopteran heye. -
Dadgeha Bilind cezayê li du siyasetmedarên Kurd pejirand
Dadgeha Bilind a Tirk cezayê ku di 'Doza Bingehîn a KCK'ê de li du siyasetmedarên Kurd hate birîn pejirand. -
NÇHM'ê Mazdek Ararat bi bîr anî
Navenda Çand û Hunerê ya Mexmûr (NÇHM) bi daxuyaniyekê sînemager, şoreşger û hunermend Omer Bagci (Mazdek Ararat) bibîr anî û ji malbat û hevrêyên wî re sersaxî xwest. -
Ceza ji bo polîsê ku Mezlûmê 16 salî qetil kir nehate xwestin
Ceza ji bo polîsê ku li Qoserê Mazlûm Turan qetil kir, nehate xwestin! -
Şaredariya Gogsiyê jî hate desteserkirin
Hikumeta AKP-MHP'ê li şûna Hevşaredara Gogsiyê Melîke Goksû ku êsîr girtiye, qeymeqamê xwe kir qeyûm. -
Nasir Yagiz û Herêm Mehmûd serdana çalakiya dayikên Mexmûrê kirin
Nasir Yagiz û Herêm Mehmud serdana dayikan kir û piştgiriya xwe ji bo çalakiya wan diyar kirin. -
Parêzer Çetedîr: Tayînkirina qeyûman li dijî hiqûqê ye
Parêzer Diyar Çetedîr der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de axivî û diyar kir ku qeyûm bi rengekî nehiqûqî hatine tayinkirin û got, "Nêzîkatî bi temamî siyasî ye. -
Li Colemêrgê mehekê çalakî hate qedexekirin!
Walîtiya Wanê ji bo pêşî li çalakiyên li dijî tayînkirina qeyûman ên li ser şaredariyên bajarên mezin ên Wan, Amed û Merdînê bigre li bajêr 30 rojan çalakî qedexe kir. -
Nobeda Amedê: Qeyûm tê wateya êrîşa li ser ziman û çanda Kurd
Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûman a li Amedê meha xwe tije kir. Hevserokê PEN Kurd Samî Tan anî ziman ku qeyûm tê wateya êrîşa li ser ziman, wêje û nasnameya Kurdan. -
Gerîlayan li Xakurkê, Bagok û Bazîdê li dagirkeran da
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li Bagokê çalakiya sabotajê li dar xistin, li Bazîdê jî li qereqola Tepêrêz dan. -
Gerîlla TV dîmena çalakiyê da
Gerîlla TV, dîmenên çalakiya ku 27'ê Tîrmehê li gundê Hedîtê ya Silopya li ser cihê kontrolê pêk anîbû, weşand. -
Hevşaredara Qereyaziyê Goksu hate girtin
Hevşaredara Şaredariya Qereyaziyê ya HDP'yî Melîke Goksu hate girtin. -
Dayikên Laçik Spî yên ku li ber AKP'ê rûniştin hatin destgîrkirin
Dayikên Laçik Spî yên ku li ber Seroktiya Bajêr a AKP'ê ya Amedê rûniştin 3 ji wan hatin destgîrkirin. -
Dayikên laçik spî li ber avahiya AKP'ê dest bi çalakiyê kirin
Dayikên laçik spî li ber avahiya AKP'ê ya li Amedê dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
Berxwedan astengiyan nas nake!
Her roj li wê qadê ye, her roj diqîre jê re dibêjin 'lalo' lê qêrîn û sekna wî, dengê wî li Amedê belav dibe. -
Şehîd Piling heta dawiya temenê xwe ji bo doza xwe têkoşiya
Gerîlaya YJA Starê Nalîn Piling bavê xwe yê şehîd di salvegera 24'an de bi bîr anî û got, "Şehîd Piling Tûnç heta dawiya temenê xwe ji bo doza xwe têkoşiya. Xwezî tevî bavê xwe karîbûma di heman demê de têbikoşiyam."