KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Prof. Fîncanci der barê cenazeyên li tipa edlî axivî
Pispora Tip a Edlî Prof. Fîncanci der barê cenazeyên li tipa edlî axivî û got, "Cenaze hatine tespîtkirin, şopa tiliyan hatine wergirtin, ti guman nîne û hîn jî di DNA'yê de israr dikin. Wê demê ev yek hewldanek ji bo acizkirina wan malbatan e." -
Li zozanên Colemêrgê amadekarî ji bo zivistanê tê kirin
Li gelek zozanên Colemêrgê yên li derveyî herêmên qedexekirî ne, kesên ku debara xwe bi sewalkariyê dikin dest bi amadekariyên ji bo zivistanê kirin. -
Guven: Yên li pêş HDP’ê lêborîna we dixwazin û diçin
Hevseroka KCD’ê û Parlementera HDP’ê Leyla Guven li Amedê di Nobeta Demokrasiyê de axivî û diyar kir ku çalakiya li pêş avahiyên wan provokasyon e û got “2 dayikan lêborîna xwe xwestin û ji wê derê rabûn çûn.” -
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê: Tenê aşitî dikare vî welatî rizgar bike
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya li dijî qeyûm di roja 24’an de ye. Di çalakiyê Parlamentera HDP’ê ya Rihayê Ayşe Surucu axivî, banga destpêkirina pêvajoyekî nû ya bi Ocalan re kir û wiha got; “Tenê aşitî dikare vî welatî rizgar bike.” -
Parêzerên Demîrtaş ji bo ‘hebsitiyê’ serlêdan kirin
Ji bo Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş serlêdana hebsitiyê hate kirin. Eger daxwaza Demîrtaş were qebûlkirin tê payîn ku were berdan. -
Li Rojhilatê Kurdistanê gelek kes xwe dikujin
Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê kesên ku xwe dikujin pir zêde bûne. Li gorî malperekê li Rojhilatê Kurdistanê di nav 8 mehan de 190 kesî xwe kuştiye. -
Karayilan: Erdogan guh neda Davûtoglû û komkujî kir
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê û Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûrat Karayilan diyar kir, li gorî agahî û belgeyên li ber destê wan, Erdogan ê ku Mutabaqata Dolmabahçeyê red kir, guh neda Serokwezîrê demê Ahmet Davûtoglû û rêze komkujî kir. -
Li Mexmûrê dayik ev 11 roj in li dijî ambargoyê li ber xwe didin
Çalakiya rûniştinê ya Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ku li dijî ambargoya li ser kampê dane destpêkirin di roja 11'an de didome. -
Rûken: Bi aqilê şer pirsgirêk çareser nabin
Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken tevlî bernameya 'Rojeva Welat' a Stêrk TV bû û bûyerên ku di heremê de diqewimin bi berfirehî nirxand. -
Dîlok: Dewleta Tirk dewleta kontra ye
Endama Komîteya Navendî ya PKK'ê Dilzar Dîlok got, "Li Tirkiyeyê dewleteke kontra heye û ya ku niha li ser kar e aqlê dewleta kontra ye." -
Tûrnûvaya futbolê ya li Qendîlê bi dawî bû
Tûrnûvaya Futbolê ya Qendîlê ku her sal ji aliyê Ciwanên Welatparê ve bi desteka Şaredariya Qendîlê tê lidarxistin, bi dawî bû. -
Nivîskarên Kerkûkê piştgirî dan HDP’ê
Nivîskarên bajarê Kerkûk ê Başûrê Kurdistanê yên piştgiriya xwe ji bo HDP anîn ziman destnîşan kirin ku Tirkiye sînorên demokrasiyê derbas kiriye. -
HDP: Rayedarên Başûrî hazir in ku bi berpirsî rabin
Dema hevdîtinên rayedarên HDP'ê û KCD'ê yên li Başûrê Kurdistanê yekîtiya netewî bû rojeva sereke, hate gotin rayedarên Başûrî hazir in ji bo aştiyê bi berpirsyariyê rabin. -
Li Amedê roja 23'yan: Li dijî qeyûman serî hilde
Berxwedana li dijî qeyûman li Amedê kete roja 23'yan. Çalakî bi dirûşma ''li dijî qeyûm serî hilde'' dest pê kir. -
Li Wanê nobeda demokrasiyê: Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin
Li Wanê, nobeda demokrasiyê ku li dijî desteserkirina şaredariyan dest pê kir di roja 23'an de ye. -
Hêzên gerîla ji hewa ve li artêşa Tirk xistin
Li herêma Xakurkê ya Herêmên Parastinê yên Medyayê, hêzên gerîla bi taktîkeke taybet a ji hewayê ve li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirin. Di encama çalakiyê de leşkerek mir yek jî birîndar bû. -
Heyeta HDP û KCD’ê çû serdana YNK’ê
Heyeta HDP û KCD’ê li Silêmaniyê çû serdana rayedarên YNK’ê. -
Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê ya bi dorpêça polîsan
Li Mêrdînê Nobeta Demokrasiyê di roja 23'yan de ye. Polîs bi êrîşan û geflêxwarinê xwest ku çalakiyê asteng bike. -
Malbata Şenyaşar: Sûcdar tên parastin
Emîne Şenyaşar a ku xizmên Îbrahîm Halîl Yildiz ê AKP’ê du kurê wê û hevserê wê qetil kiribû, diyar kir ku sûcdar tên parastin. -
KCD’ê nerazîbûn nîşanî qirkirina siyasî da: Em ê qebûl nekin!
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) nerazîbûn nîşanî destgîrkirina li Stenbol û Wanê da û diyar kir ku wê gel van êrîşan qebûl neke. -
Karasû: Dîrok wê ambargoya li ser Mexmûrê efû neke
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû diyar kir ku divê PDK polîtîkayên xwe ji nû ve binirxîne, ambargoya li ser Mexmûrê rake û got, "Dîrok wê ambargoya li ser Mexmûrê efû neke." -
Karasû: Têkoşîna herî rewa ew e ku ciwan derkevin serê çiyê!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûstafa Karasû ji bo şandina hin malbatan ber bi avahiya HDP'ê got, 'komplo ye, provokasyon e' û destnîşan kir, ku ji bo ciwanên Kurd têkoşîna herî rewa derketina serê çiyê ye. -
Karasû: Yên ku ciwanan derdixîne serê çiyê şehîdên me ne
"Yên ku berê wan didin çiyê, yên ku wan tevlî nava refên gerîla dikin şehîdên Kurdistanê ye. Divê her kes, ew malbatên ku Suleyman Soysuz ji bo şikandina camên HDP'ê şandine, divê tevlîbûna li nava refên gerîla bi vî rengî fêhm bikin." -
Zinarîna Dêrsimê ya ku bûbû evîndara Faraşînê
Zinarîn Dêrsim li Botanê ya ku qîmeteke mezin didayê bi salan têkoşiya û piştre li Faraşînê tevlî nav refên şehîdan bû. -
Rojnamevanên Başûrî: Azadiya çapemeniyê li ber têkçûnê ye
Rojnamevanên Başûrî ji Komîteya Parastina Rojnamevanan a Navneteweyî re axivîn û diyar kirin, li Başûrê Kurdistanê azadiya çapemeniyê li ber têkçûnê ye.