KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Ebexê li şûna endamên meclîsa HDP’ê qeyûm hatin danîn
Li şûna 5 endamên meclîsa HDP’î yên şaredariya navçeya Ebex a Wanê ji kar hatin dûrxistin, mehmûr weke qeyûm hatin danîn. -
Polîsan avêtin ser Şaxa SES’ê ya Amedê
Polîsan avêtin ser avahiya Şaxa SES’ê ya Amedê ku ji bo protestokirina desteserkirina qeyûman a şaredariyên HDP’ê pankarta bi nivîsa ‘Dest nede vîna min’ hatibû daliqandin. -
Kesên xeleka mirovan li Amedê çêkirin destgîrkirin
Kesên ji bo desteserkirina qeyûman a şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê protesto bikin, xelekek ji mirovan çêkiribûn bi darê zorê destgîrkirin. -
Bi çalakiya xeleka ji mirovan qeyûm li Amedê hate protestokirin
Welatiyên li navçeya Rezan a Amedê li dijî qeyûman nerazîbûn nîşan dan, xeleka ji mirovan çêkirin û rê li trafîkê girtin. -
Berxwedana Wanê di roja 18’an de ye: ‘Wê dawiya we bîne’
Xwepêşandanên li dijî dagirkirina qeyûman a şaredariya Wanê di roja 18’an de ye. Parlementera HDP’ê ya Wanê Mûazzez Orhan desthilatdarî hişyar kir û got: “Ev pêkanîn wê dawiya we bîne.” -
HPG: Li Xakurkê derb li helîkopterê hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li Xakurkê derb li helîkoptereke bi tîpa kobra ya dewleta Tirk a dagirker hatiye xistin. -
Ozturk: Dixwazin HDP’ê bigirin lê ev tişt ne hêsan e!
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk di Nobeta Demokrasiyê de li Amedê axivî û got “Hewl didin HDP’ê bidin girtin lê ev tişt ne hêsan e. HDP gel e.” -
HPG'ê dîmenê çalakiya li Xakurkê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyeke gerîla ya li herêma Xakurkê weşand ku li dijî hêzên dagirker ên Tirk hate kirin. -
Desteserkirin li Artemêtanê hate protesto kirin
Desteserkirina endamtiyên Meclîsa Şaredariya Artemêtanê hate protestokirin. -
Berxwedêrên li Mêrdînê: Em ê desthilatdariyê biguherînin
Şêniyên Mêrdînê 18 roj in li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î li ber xwe didin. Parlamenterê HDP'î Mîthat Sancar li qada çalakiyê axivî û got, "Em ê desthilatdariyê biguherînin." -
Li Gundikê Melê amadekariya ji bo navenda ciwanan
Li bajarokê Gundikê melê yê Şirnexê şaredariya HDP'î bi berfirehî kar dike. Şaredariyê ji bo avakirina navendeke ciwanan amadekarî kir. -
Çalakiya rûniştinê ya li Amedê di roja 18’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya Amedê di roja 18’an de didome. -
HDP çû serdana Tevgera Azadî
Heyeta Jinan a HDP’ê li Silêmaniyê çû serdana Tevgera Azadî. Di serdanê de hate diyarkirin ku bi pêşengiya jinên Kurd feraseta herêmê diguhere. -
Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê 5 roj in li ber xwe didin
Dayikên Aştiyê yên Mexmûrê ji bo bidawîkirina tecrîdkirina wargehê ku PDK'ê ambargo daniye ser 5 roj in çalakiya rûniştinê dikin. -
Li Colemêrgê dorpêça bênavber
Dewleta Tirk li taxên bi ser navenda bajêr ve bi hinceta 'ewlehiyê' xendek û latan datîne, jiyanê li gel zehmet dike. -
Berfîn Rêbaz: Divê ciwanên Başûr li dijî dagirkeriyê rawestin
Gerîlaya YJA-Starê Berfîn Rêbaz li dijî êrîşên dagirkeriyê yên li ser Başûrê Kurdistanê bang li jin û ciwanan kir. -
'Heta ku em qeyûman biqewirînin sekin li me nîne'
Parlamenter Pero Dundar diyar kir ku rejîma AKP-MHP’ê bi tayînkirina qeyûman dixwaze mafê hilbijartinê ji destê Kurdan bigre û got, heta qeyûm bên qewirandin wê têbikoşin. -
Xelkê Mexmûrê li dijî dorpêçê meşiyan
Xelkê Mexmûrê yê ev 49 roj in di bin dorpêça asayîşa PDK’ê û rêveberiya wê de ne, ji bo şikandin û helwesta xwe nîşan bike ji heftsalî heta heftê salî daketin qadan û meşeke girseyî ya bi heybet lidar xist. -
Li Rihayê demê ragirtina yên hatine destgîrkirin hate dirêjkirin
Li Rihayê ji 18 kesên berî 8 rojan li Rihayê hatibûn destgîrkirin, di derbarê 16 kesan de biryara ragirtina wan hate dirêjkirin. -
Sincar li cihê lê hatî qetilkirin hate bibîranîn
Parlementerê DEP’ê Mehmet Sincar ê 4’ê Îlona 1993’an ê di encama êrîşeke bi çekê de jiyana xwe ji dest da, di salvegera 26’an d e li cihê lê hatî qetilkirin hate bibîranîn. -
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê di roja 17'an de ye
Li Wanê Nobeda Demokrasiyê ya HDP’ê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 17’an de ye. -
Nobeda Demokrasiyê: Kurd çareseriyê, AKP jî tundiyê dixwaze!
Li Amedê kesên beşdarî Nobeda Demorkasiyê ya li dijî desteserkirina şaredariyan bûyîn diyar kirin ku gelê Kurd ji bo demokrasiyê berdêlên giran dane, desthilatdarî jî çareserî naxwaze û alîgirê tundiyê ye. -
Li Çelê gerîla li konvoya dagirkeran da: 13 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG/YJA-Starê li navçeya Çelê ya Colemêrgê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiyek li dar xist. HPG’ê got di çalakiyê de wesayîta leşkerî ya tîpa Kobra hate rûxandin, 13 leşker hatin kuştin û 3 leşker jî birîndar bûne. -
Berxwedana Mêrdînê didome: Hişmendiya yekreng têk diçe
Li Mêrdînê berxwedana li dijî qeyûm ev 17 roj in didome. Hevserokê KCD'ê Merdan Ozturk got, ''Ev hişmendiya yekreng û faşîst dizane ku dawiya wê tê, hay jê heye''. -
HPG’ê çar şehîdên li Dersimê bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku di 27’ê Tebaxê de li Dersimê çar gerîla şehîd bûne û nasnameya gerîlayan eşkere kir.