KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Maçîn: Qeyûm pêngava dawîn a AKP’ê ye
Parlementerê HDP’ê Nûsrettîn Maçîn diyar kir ku desteserkirina şaredariyan pêngava dawîn a AKP û MHP’ê ye û got ku “AKP metrepola herî mezin a Tirkiyeyê ji destê wê derket û ji ber vê jî li Kurdistanê qeyûm xistiye dewrê.” -
'Bi hezaran gerîla li ser şopa Simko Serhildan dimeşin'
Ji bo 8’emîn salvegera şehîdbûna Fermandarê Yekîneyên Rojhilatê Kurdistanê Simko Serhildan gerîlayên YRK’ê axivîn. Gerîlayan diyarkirin ku ew ê bi tevlîbûna xwe hê zêdetir xwedî li têkoşîna şehîd Simko Serhildan derbikevin. -
'Li dijî gelê Kurd careke din şer ragihandine'
Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan diyar kir, bi desteserkirina şaredariyan re careke din li dijî Kurdan şer hate ragihandin û got, Kurd her tim li dijî êrîşan rawestiyane. -
Li Pasûrê leşkeran agir berda daristanê
Li navçeya Pasûr a Amedê ji ber gule reşandina leşkeran şewat derket. Şewata ku dom dike rê nayê dayîn ku bê vemirandin. -
Berxwedana li Amedê di roja 15’an de ye
Çalakiyên protestoyê yên li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê didomin. Berxwedana li Amedê di roja 15’an de didome. -
Balafirên şer bombe li gundekî Dihokê barand
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombe li gundekî yê herêma Dihokê ya Başûrê Kurdistanê barand. -
Gerîlayên HPG’ê rêzeçalakî lidarxist: Helîkopterek derbe xwar
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku hêzên gerîla li Heftanîn û Çelê li dijî hêzên Tirk ên dagirker rêzeçalakî lidarxistine. Gerîlayan du helîkopter kirin hedef, helîkotperekê jî derb xwar. -
Berxwedana Mêrdînê di roja 15'an de didome
Li dijî desteserkirina şaredariyên HDP'î li Mêrdînê cara 15'an çalakiya rûniştinê hate kirin. -
Şaredariya Qelqeliyê dagirkeriya qeyûm şermezar kir
Di civîna meclîsa Şaredariya Qelqeliyê de ya asayî, dagirkeriya qeyûm hate şermezarkirin. -
Amed 15 roj in li dijî desteserkirina şaredariyan li ber xwe dide
Li dijî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î li Amedê 15 roj in çalakiya rûniştinê tê kirin. -
OGÎ: Di meha Tebaxê de 15 rojnameger hatin destgîrkirin
OGÎ (Înîsayatîfa Rojnamegerên Azad) bal kişand ser vî tiştî ku zextên li ser rojnamegeran zêde bûye. OGÎ’yê diyar kir ku 15 rojnameger jî hatine destgîrkirin. -
Endamê Tevgera Azadî yê girtî 32 roj in di greva birçîbûnê de ye
Endamê Tevgera Azadî Îdrîs Selîm Mihemed ê 118 roj beriya niha ji aliyê Asayîşa PDK'ê ve hate girtin, li dijî bêhiqûqiya lê tê kirin 32 roj in di greva birçîbûnê de ye. -
Roj li Gola Wanê xweş diçe ava
Yek ji deverên ku roj gelekî xweş lê diçe ava Gola Wanê ye. -
Lehengê ku li Çewlikê tevlî karwanê nemiran bû: Qehreman Hesekê
Qehreman Hesekê ku di çalakiyê de bi giranî birîndar bû, piştî ku got "Me tola şehîdên Çewlikê hilanî" bombeya xwe bi xwe ve teqand. -
'Em ê şaredariyên xwe ji qeyûman rizgar bikin'
Şêniyên Wanê nerazîbûn nîşanî desteserkirina sê şaredariyên bajarên mezin ên HDP'î dan û gotin, sibe hilbijartin bê kirin wê şaredariyên xwe ji nû ve ji destê qeyûman derxînin. -
Kalkan qala dostê xwe Felakeddîn Kakaî kir
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan qala dostaniya xwe ya bi seyîdê Kakaî, pêşmerge, siyasetmedar û rewşenbîr Felakeddîn Kakaî kir ku beriya 6 salan jiyana xwe ji dest dabû. -
Ciwanên Welatparêz li Silêmaniyê çûn serdana sê partiyan
Serdanên Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan êb Têkoşer ji bo partiyên li Başûrê Kurdistanê didomin. Komek ji endamên Komîteya Dîplomasî ya Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwanî Têkoşer çûn serdana 3 partiyan. -
Dayikên Aşitiyê ku asayîşa PDK’ê êrîşî wan kir çalakiya rûniştinê lidar dixin
Ambargoya PDK’ê ya li ser Wargeha Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) didome. Dayikên Aştiyê ku têkildarî ambargoyê xwestin bi asayîşa PDK’ê re hevdîtin bikin, ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin astengkirin û êrîşî wan hate kirin. -
Li Wanê di mîtînga 1’ê Îlonê de Guven banga yekîtiya neteweyî kir
Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di mîtînga 1’ê Îlonê de ya li Wanê axivî û got “Ez bang li hemû partiyê siyasî yên Kurdan dikim ku, werin em yekîtiya xwe ya neteweyî pêk bînin.” -
Berxwedana li Amedê di roja 14’an de ye
Çalakiyên protestoyê yên li dijî desteserkirina şaredariyên Amed, Wan û Merdinê yên ji aliyê rejîma AKP/MHP’ê ve didomin. Berxwedana li Amedê ya li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 14’an de didome. -
Xelkê Mêrdînê 1’ê Îlonê bi gotina ‘Em ê bi ser bikevin’ meşiyan
Li navçeya Qoserê ya Mêrdînê bi beşdarbûna girseyeke qelebalix ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê meşek hate lidarxistin. Turk axivî û wiha got; “Em ê destûra dijminahiyê nedin. Lê em dikarin mirovan li dora nirxên demokrasiya hevpar bigihînin hev." -
Li Amedê mîtînga 1’ê Îlonê dest pê kir
Li Amedê ji bo 1’ê Îlonê Roja Aşitiyê ya Cîhanê bi pêşengtiya HDP’ê bi dirûşmeya “Ji bo aşitiyek birûmet çareseriyeke demokratîk” mîtîng tê lidarxistin. Bi hezaran kes berê xwe didin qada mîtîngê. -
Li Êlihê walîtiyê şahiya aştiyê qedexe kir
Platforma Demokrasiyê ya Êlihê bi wesîleya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê xwest şahiyekê li dar bixe. Şahî ji aliyê walîtiyê hate qedexekirin. -
Mîtînga Wanê: Ji bo aştiyê tu jî rabe ser pêyan!
Li Wanê mîtînga 1’ê Îlonê Roja Aşitî ya Cîhanê bi meşa ketina qadê re dest pê kir. -
Temellî: Em xwedî li îradeya xwe derdikevin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî di roja 14'an a çalakiya protestoyî de ya li Amedê axivî û got, "Em xwedî li îradeya xwe derdikevin, xwedî li bajarê xwe derdikevin."