KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Balefirên şer ên Tirk Heftanîn û Şemzînan bomberdûman kir
Artêşa Tirk a dagirker qadên Heftanîn û Şemzînan ên Herêmên Parastinê ya Medyayê bomberdûman kir. -
Li Amedê sê siyasetmedar hatin destgîrkirin
Piştî desteserkirina şaredariyan operasyonên qirkirina siyasî didomin. Li Amedê sê siyasetmedarên din hatin destgîrkirin. -
Li Mêrdînê li gel zext û astengiyan berxwedan didome
Berxwedana li dijî dagirkeriya qeyûm li Mêrdînê ev 10 roj in didome, hate gotin qeyûm bi ti awayî wê neyê qebûlkirin. -
Li Kerkûkê û herêmên nîqaş li ser hene Kakaî di hedefê de ne
Kakakiyên ku li Kerkûkê û li gundên navçeya Daqûqê dijîn dîsa di hedefa DAÎŞ'ê de ne û çeteyên ku bi vî navî tevdigerin. -
HPG: Em şehîdên Dêrsimê bi hurmet bi bîr tînin
HPG’ê diyar kir ku di 23’ê Hezîranê de Cîhan Çelebî (Hakî) yê ku di fermandariya eyaletê de cih digire û sê gerîlayên din di şer de şehîd bûne. HPG’ê nasnameya gerîlayan eşkere kir û soza serfiraziyê da. -
Başaran bang li hilbijêrên HDP'î kir: Dozê vekin
Parlamentera HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku divê mafê hilbijartinê bê parastin û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku ji bo xwedîderketina li îrade û mafê xwe yê hilbijartinê dozê vekin." -
Berxwedana li Amedê di roja 10’an de ye
Çalakiya rûniştinê ya ku bi pêşengiya parlementer û hevşaredarên HDP’ê li dijî qeyyûm hatibû destpêkirin, di roja 10’an de didome. -
KCD'ê bang li gel û saziyên Kurdistanê kir
KCD'ê bang li sazî û gelê Kurdistanê û hikumeta Başûr kir ku li dijî dagirkeriya qeyûm seferber bibe. -
Çîroka şaredariyên ku tevgera azadiyê cara pêşî qezenc kirin -II-
Hîlwan, di dîroka azadiyê ya Kurdistanê de malxweyîtî li gelek tiştên pêşî kir..Rêxistiniya serhildana pêşî li vir bû, merasîma cenaze ya girsey î li vir bû, yekîneyên çekdar ên pêşî li vir çêbûn, cara pêşî jin li vir bûne endamên meclîsa şaredariyê -
YSK'ê mazbataya keyayekî betal kir
YSK'ê mazbataya keyayê taxa Adnan Menderes a navçeya Erxenî ya Amedê betal kir. -
Şêniyên Silopiyayê: Em bi şaredariya xwe re dixebitin
Şêniyên Silopiyayê ku piştî qeyûm ji nû ve xwe bi rê ve dibin, dibêjin ku tevî barê giran wê bi hevşaredarên xwe re navçeyê ji nû ve bi pêş ve bibin. -
Qeyûm êrîşa li dijî gel û maf e
Hevşaredarên Silopiyayê Adalet Fîdan û Suleyman Şavlûk diyar kirin, qeyûm êrîşa li dijî gel û maf e û bal kişandin ser mezinahiya xisara ku qeyûm bûne sedem. -
Qeyûm dawetên li Wanê jî qedexe kir
Waliyê Wanê Mehmet Emîn Bîlmez di bin navê "qedexeya çalakî û xwepêşandanan" de hezar roj in li Wanê hemû karên civakî û çandî qedexe kiriye. Bîlmez piştî ku li şaredariya bajarê mezin bû qeyûm, vê carê dawetên Kurdan jî qedexe kir. -
Kaplan ê bertîlxur bû midûrê VASKÎ
Mehmet Emîn Bîlmez ê ku dest danî ser şaredariya Wanê, karê xwe yê destpêkê tayînkirina Ulker Cem Kaplan ji bo Midûriyeta Giştî ya VASKÎ bû. Beriya du salan axaftinên Kaplan ên bertîlê eşkere bûbûn. -
Selîm Sadak hate berdan
Parlementerê berê yê DEP’ê Selîm Sadak ê duh li Amedê hatibû destgîrkirin hate berdan. -
Dîmenên ANF’ê yên ji berxwedana Amedê…
Berxwedana li dijî desteserkirina şaredariyên HDP’ê yên Amed, Wan û Mêrdînê dewam dikin. Berxwedana Amedê îro 9 roj li pey xwe hişt, di berxwedanê de parlementerên HDP’î û nûnerên STK’ê jî cihên xwe girtin. -
Berdevka Koma Meclîsê ya HDP’ê ya bajarê Amedê hate destgîrkirin
Berdevka Koma Meclîsa HDP’ê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Helîme Bayram, dema ji bo îfadeyê çû edliyeyê hate destgîrkirin. -
DÎSK, KESK, TTB û TMMOB li Mêrdînê peyama piştevaniyê dan
Rêveberên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’ê serdana Mêrdînê kirin ku dewleta Tirk şaredariya bajarê mezin desterkirîbû. Rêveberên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB’ê bi HDP’yiyan re civiyan. -
Berxwedana li Wanê di roja 9’an de ye: Desthilat û qeyûm sûcdar in
Berxwedana li dijî desteserkirina qeyûman a li Wanê di roja 9’an de ye ye. Îro jî çalakiyên rûniştinê dom kirin. -
Li Amedê rêveberiya şîrketa MED A.Ş ya şaredariyê îstifa kir
Şêwirmendên malî û rêveberiya şîrketa MED A.Ş. ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi armanca protestokrina desteserkirina şaredariyê îstifa kirin. -
Astengiyên li dijî HDP û Tevgera Azadî du rûyên heman madalyonê ye!
Çalakgerên Başûrê Kurdsitanê desteserkirina şaredariyên HDP’ê şermezar dikin û li gorî Tevgera Azadî jî astengiyên li pêşiya xebatên demokrasiyê tenê li Bakur nîne, Tirkiye li Başûrê Kurdistanê jî bi rêya hikûmetê xeztan li ser aliyên demokrasiyê dike. -
HPG: Li Heftenînê koordîneya operasyonê hate kuştin
HPG’ê ragihan ku di çalakiya li Girê Partîzan a Heftenînê de ku ji aliyê gerîla ve pêk hat û 20 leşkerên Tirk hatibûn kuştin, koordîneya operasyonê jî hatiye kuştin. -
Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'e li Amedê ne
Çalakiyên li Amedê yên li dijî dagirkeriya qeyûm di roja 9'an de ne. Serokên DÎSK, KESK, TTB û TMMOB'ê tevlî çalakiyê bûn. -
Li Mêrdînê protestoyên dagirkeriyê di roja 9’an de ye
Li Mêrdînê protestoyên li hemberî dagirkeriya qeyyûm di roja 9’an de ye. -
Li Silêmaniyê Ciwanên Welatparêz serdana partiya Nifşê Nû kir
Şandeyek ji Komeleya Ciwanên Welatparêzên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer li bajarê Silemanî çûn serdana Partiya Nifşê Nû û bi endamên partiyê re civiyan.