KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
HPG'ê sê gerîlayên ku li Cûdî, Heftanînê şehîd bûne bi bîr anî
Navenda Ragihadin û Çapemeniyê ya HPG'ê agahiyên 3 gerîlayên ku li Cûdî û Heftanînê, 24'ê Tebaxê bi êrîşên hewayî şehîd bûne, ragihand û ew bi bîr anîn. -
Li Mêrdînê dorpêçî jî berxwedan jî didomin
Li Mêrdînê xwepêşandanên li dijî dagirkirina şaredariyan di roja 8'an de ne. Polîsên Tirk wekîlên HDP'î dorpêç kirin û nehiştin ku rojnamevan karê xwe bikin. -
ÎHD'ê bîlançoya hefteyekê da: Desteserkirin, êşkence, binpêkirin
Şûbeya ÎHD'ê ya Amedê bîlançoya heftiyeke ya ji ber dagirkerî û êrîşên qeyûm ên AKP'ê da û got, ''Mafê bi milyonan mirov hate binpêkirin, êşkence li gelek kesan hate kirin.'' -
Çîroka şaredariyên ku tevgera azadiyê cara pêşî qezenc kirin
Edîp Solmaz di sala 1979’an de li Êlihê şaredarî qezenc kir. Qezenckirina tevgera azadiyê ya şaredariyê li hemû Kurdistanê deng veda. -
Fermandariya Eyaleta Heftanînê hate pîrozkirin
NPG'ê gerîlayên HPG û YJA Starê ji ber çalakiyên li Heftanînê pîroz kir û diyar kir, "Ev asta taktîka leşkerî ku bi rêbaza gerîlayên serdema nû hatiye afirandin berxwedanê mezintir û watedar dike." -
Qeyûmê li Wanê çalakiyên protestoyî qedexe kir
Waliyê Tirk ku ji aliyê rejîma Enqereyê ve li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê weke qeyûm hate tayînkirin, meş û xwepêşandanên li Wanê ji bo 15 rojan qedexe kir. -
Balafirên şer li ser Mexmûrê geriyan
Li ser kampa penaberan a Mexmûrê serê sibehê balafirên şer geriyan. -
NPG'ê Fermandariya Eyaleta Amedê pîroz kir
Fermandariya Biryargeha Navenda Parastina Gel der barê çalakiya gerîla de ya li navçeya Pîranê ya Amedê peyamek weşand û fermandarî pîroz kir. -
Xwepêşandanên li Şirnexê ji bo 15 rojan hatin qedexekirin
Walîtiya Tirk a li Şirnexê, ji bo çalakiyên şermezarkirina desteserkirina şaredariyan asteng bike ji bo 15 rojan çalakî û xwepêşandan li Şirnexê qedexe kir. -
Êdî bombeyan li gundên Başûr dibarînin
Hecî Remezan Mahmût diyar kir ku ew her roj bi dengê bomberdûmanê dijîn û got, "Nêzî 30 sal in ku dibêjin wan PKK qedandine. Ji ber ku nekarîn PKK'ê biqedînin êrîşî me dikin. Berê bombe li çiyê dibarandin, niha li gundan dibarînin." -
'Qeyûm dewama plana têkbirinê ye'
Hevserokê HDP'ê yê Wanê Umît Dede nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê da û got, "Ev yek dewama planaka têkbirinê ye." -
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDP’ê Akbiyik hate destgîrkirin
Endamê Meclîsa Ciwanan a HDPê Umît Akbiyik li Mêrdînê hate destgîrkin. -
Rojnamevanên li Mêrdînê hatibûn destgîrkirin hatin berdan
5 rojnamevanên piştî di xwepêşandana qeyûman a li Mêrdînê de hatibûn destgîrkirin, piştî 7 rojan hate berdan. -
Li Wanê berxwedan: ‘Diz dîsa li ser erka xwe ne’
Li Wanê tevî astengiyên polîsan di xwepêşandana li dijî qeyûman a roja 8’an de daxuyanî hate dayîn. Di daxuyaniyê de peyama heta encam bigirin wê têbikoşin, hate dayîn. -
Li Mêrdînê roja 8’an: Li dijî gel sûc kirin
Parlementerên HDP’ê di roja 8’an de desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê protesto dikin. Hêzên dewletê dor li wekîlan girt û rojnameger asteng kirin. -
HPG: Artêşa Tirk li Heftenînê têk çû!
Gerîlayên HPG’ê li Heftanînê li dijî tevgera dagirkeriyê çalakî lidarxist. HPG’ê ragihand ku di çalakiyê de herî kêm 20 leşkerên Tirk hatine kuştin û bi dehan leşker jî birîndar bûne. -
5 rojnamevan 7 roj in bi kêfî destgîrkirî ne
Di xwepêşandanên protestokirina qeyûman a li Mêrdînê de 5 rojnamevanên hatibûn destgîrkirin, hefteyeke bi kêfî tên ragirtin. -
'Em ê vê planê têk bibin'
Di roja 8'emîn a çalakiyên protestoyî de yên li Amedê daxuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin û hate gotin, "Em ê vê planê têk bibin." -
Gerîlayê HPG'ê yê Elman Panser şehîd bû
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, ji ber êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dawiya sala 2018'an gerîlayê wan ê Elman Bager Nûjiyan (Michael Panser) şehîd bûye. -
Amed 8 roj in li dijî dagirkeriyê li ber xwe dide
Parlamenterên HDP'ê û gelê Amedê 8 roj in li dijî dagirkeriya rejîma AKP'ê li qadan e. Çalakiya ji bo şermezarkirina dagirkirina şaredariyan di nava dorpêçiya polîsên Tirk de didome. -
Li Mêrdînê roja 8’an: Parlementerên HDP’ê di çalakiyê de ne
Parlementerên HDP’ê di roja 8’an de desteserkirina şaredariya bajarê mezin a Mêrdînê protesto dikin. Polîsan dora parlementeran girtin û rojnameger ji qadê hatin dûrxistin. -
Tûrgût: Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet dibêje şer
Berdevkê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût ku sala 2009'an bi banga Ocalan hate Tirkiyeyê got, "Ji bo aştiyê em çiqasî hewl bidin jî nêta dewletê ya ji bo lihevkirinê nîne. Her ku Ocalan dibêje aştî, dewlet bi qeyûman dibêje şer." -
Sarisaç: Li dijî vîna bi milyonan kesî darbe pêk hat
Parlementerê HDP'ê yê Wanê Mûrat Sarisaç, tayînkirina qeyûman weke bê çarebûna AKP-MHP’ê binav kir û diyar kir ku li dijî vîna milyonan darbe pêk hatiye. -
Andok: Ev şerê qirkirinê li dijî her kesî ye
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Xebat Andok bal kişand ser desteserkirina şaredariyên HDP'î û diyar kir, ya ku tê kirin şerê qirkirinê ye. Andok destnîşan kir, divê kes xwe li derveyî vî şerî nebîne, ji ber ku şer li dijî tevahiya Kurdan tê kirin. -
Li sê navçeyên Wanê 8 endamên meclîsa HDP’ê ji peywirê hatin girtin
Li Navçeyên Tuşba, Artemêt û Ebexê yên Wanê 8 endamên Meclisa Şaredariyê yên HDP’î ji peywirê girtin.