KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rejîma Enqereyê dest danî ser keyatiyan
Li Êlihê keyatiyên 3 taxan û yê gundekî hatin desteserkirin. -
Gerîlayên YRK’ê: Em ê bi rihê 15’ê Tebaxê bi ser bikevin
Gerîlayên YRK’ê bi boneya salvegera 35’emîn a Pêngava 15’ê Tebaxê diyar kirin ku ew bi rihê 15’ê Tebaxê şer dikin û roj bi roj têkoşîna xwe mezintir dikin. -
Li Amedê HDP’yiyan careke din dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Rejîma dewleta Tirk di 19’ê Tebaxê de sê şaredariyên bajarê mezin ê HDP’ê desteser kiribû. HDP’yiyan li Amedê di roja çaran de dest bi çalakiya rûniştinê kirin. -
HPG'ê Hêlîn Helena ya li Zapê şehîd bû bi bîr anî
HPG'ê diyar kir, endama wan a Fermandariya Eyaleta Zapê Hêlîn Helena di 20'ê Tebaxê de li Zapê ji be bomberdûmana balafirên şer ên dewleta Tirk şehîd bûye. -
Zîlan Tanya: Ji bo jiyaneke azad em ê têbikoşin
Hevseroka KODAR’ê Zîlan Tanya pîrozbahiya salvegera 15’ê Tebaxê de axivî û got, ‘’ ’Heta ku em bigihijin serkeftinê em dest ji tekoşîna xwe bernadin. Bi rihê 15’ê Tebaxê em soz didin gelê xwe ji bo jiyaneke azad em ê heta dawî tekoşîna xwe bilind bikin.” -
Ozsoy: Polîtîkaya aloziyê dan destpêkirin
Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Hişyar Ozsoy der barê desteserkirina şaredariyên HDP'î de got, "Polîtîkaya alozî û şerekî demdirêj dan destpêkirin." -
Karayilan: Xwe ji hilbijartina pêşwext re amade dikin
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan diyar kir, desteserkirina şaredariyan û operasyonên qirkirina siyasî û tinekirina leşkerî di çarçoveya konseptekê de tên kirin û got, "Bi şerê dijî Kurdan re dixwazin hilbijartineke pêşwext pêk bînin." -
9 endamên meclîsa HDP’ê ji erkê hatin girtin
9 endamên meclîsa HDP’ê yên şaredariyên Tuşba, Ebex û Artemêtan ên Wanê ji erkê hatin girtin. -
Li Pîlemûriye bi pileya 3,9 erd hejiya
Li navçeya Pîlemûriye a Dersimê bi pileya 3,9 erd hejiya. -
Li dijî qeyûman 3 parêzerên li VASKÎ yê kar dikir, îstifa kirin
Sê parêzerên endamê OHD ên li Midûryeta Giştî ya VASKÎ ya Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê bi erkê kontrolkirinê radibûn, li dijî desteserkirina şaredariyan a ji aliyê AKP/MHP’ê ve ji erkê îstifa kirin. -
Meclîsa Gel bang li Barzanî kir
Heyeta ji Meclîsa Gel, rûspî û Komîteya Dîplomasî ya Karê Derve pêk tê bi peyamekê bang li Serokê berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir ku li ser pirsgirêk û guşerên li ser Mexmûrê bicivin. -
Polîsan meşa li Wanê asteng kir: Çalakiya rûniştinê dest pê kir
Wekîlên HDP’ê dema ku xwestin li Wanê dagirkeriya qeyyûm protesto bikin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Wekîlan çalakiya rûniştinê dan destpêkirin. -
Temellî: Niha demê daketina kolanan û piştevaniyê ye!
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Seazî Temellî wiha got; “Niha demê daketina kolanan û piştigriyê ye. Her roj li her derê em ê li kolanan bin.” -
Polîsên Tirk êrîşî berxwedana li Amedê kirin
Li Amedê polîsên Tirk êrîşî meşa girseyî kirin ku li dijî desteserkirina şaredariyan piştî daxuyaniya çapemeniyê dest pê kir. Ji ber êrîşê herî kêm 15 kes hatin destgîrkirin û du rojnamevan jî bûn hedefa tundiyê. -
Daxuyaniya li Amedê: Pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye
HDP'iyên ku li Amedê li dijî desteserkirina şaredariyan çalakiya rûniştinê kirin, daxuyanî dan çapemeniyê. Parlamentera HDP'î Leyla Guven axivî û got, li dijî vê polîtîkayê pêwîstî bi tifaqa Kurdan heye. -
Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Nisêbînê li xwe girt
Yekîneya Tolhildanê ya Şehîd Gelhat Gever çalakiya sabotajê ya di14’ê Tebaxê de li xwe girt a ku li dijî deriyê gumrukê ya di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de hatibû lidarxistin. -
Gelê Amedê li ser piyan e, polîsan bend danîn ser rêyan
Di roja sêyemîn a desteserkirina şaredariyê de Amedî careke din daketin qadan. Hêzên rejîmê bend danîn ser hemû rêyên berê wan li avahiya Şaredariya Bajarê Mezin in. -
Qeyûmê AKP'ê Meclîsa Şaredariya Wanê betal kir
Walî Mehmet Emîn Bîlmez ê ku li ser şaredariya bajarê mezin a Wanê hate peywirdarkirin a ku hatibû xespkirin, meclîsa şaredariyê fesh kir. -
Rejîma Îranê kolberekî dî jî şehîd kir
Rejîma Îranê Sêşemê li ser sînorê di navbeyna Başûr û Rojhilatê Kurdistanê de li kolberan reşand, kolberek şehîd ket. -
Li Wanê serokên daîreyan ji kar hatin stendin
Li Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ya ku hate xespkirin hemû serokên daîreyan û gerînende ji kar hatin stendin. Gelek xebatkarên şaredariyê jî hatin destgîrkirin. -
'Yekîneya Tolhildanê' çalakiya li Rihayê da ser milê xwe
'Yekîneya Tohildanê ya Şehîd Çiyager Hêvî' berpirsyariya çalakiya 13'ê Tebaxê ya li Rihayê da ser milê xwe, ku li dijî febrîqeyeke madeyên teqemeniyê û alavên elektronîk çêdikir. -
Tekîn: Asta welatparêziya me, pîvana me heval Zekî ye
Li hember êrîşên li ser Şengalê berê xwe da Şengalê ji bo ku li ba gelê xwe be. Çawa ku gerîlla pêşiya qirkirina fizîkî girt, heval Zekî jî di warê siyasî de pêşiya qirkirinê girt. -
Hevserokê KCD'ê Ozturk: Bêdengî tê wateya pejirandinê
Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, "Ev yek ne tenê pirsgirêka HDP'ê û ya Kurdan e. Pirsgirêka gelên alîgirê demokrasî û azadiyê ne. Bêdengî pejirandina vê yekê ye." -
KKP: Li dijî desteserkirinê divê têkoşîn bê geşkirin
KKP'ê nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyên bajarên mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê da û xwest, li dijî desteserkirina şaredariyan têkoşîn bê geşkirin. -
Çima qada Bradost û gerîla çi dike?
Artêşa Tirk bi piştevaniya herî kêm 10 balafirên keşfê û droneyan bombeyan li Xakurkê dibarîne û hewl dide bi vî rengî li herêmê bimîne. Gerîla jî bi rengê tîmên biçûk li herêmê belav bûye û taktîka 'li her deverê ye, ne li ti deverê ye' pêk tîne.