KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Temellî: Demildest divê ji vê biryarê vegerin
Hevserokê Giştî yê HDP’ê Sezaî Temellî yê li Amedê dest bi serdanan kir, diyar kir ku qeyûm tê wateya êrîşa li ser demokrastiya Tirkiyeyê û got: “Divê demildest ji vê biryarê vegerin. Divê civak topyekûn xwedî li vîna xwe derbikevin.” -
Rêxistinên karsaz ên Amedê nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman da
20 rêxistinên karsaz ên Amedê, nerazîbûn nîşanî desteserkirina 3 şaredariyan a ji aliyê AKP’ê ve da û got: “Ne li gorî rêzik û pîvanên demokrasî û demokratîkbûnê ye.” -
Dîmenên berxwedanê yên ji Amedê…
Dîmenên berxwedanê yên gel ên li Rezan, Ofîs û pêşiya şaredariyê ji kamerayên ANF’ê… -
STK: Mafê gel ê hilbijêr- hilbijartinê ji dest hatiye girtin!
STK yên li Amedê li avahiya baroya xwe daxuyaniyek dan çapemeniyê got: “Mafê gel ê hilbijêr-hilbijartinê raste rast ji destan hatiye girtin.” -
Li Amedê polîsan êrîş bire ser çalakiya rûniştinê
Li Amedê ji bo ku dorpêça li ser avahiya bajêr a HDP'ê ya Amedê rabe çalakiya rûniştinê hate destpêkirin. Polîsan êrîş bire ser çalakiyê. Polîsan bi jop û mertalên xwe li wekîlên HDP'ê dan. -
Balafirên şer ên Tirk sivîlan dikin hedef
ANF’ê xwe gihand gundê Bolê yê Başûrê Kurdistanê ku balafirên şer ên Tirk bombe lê barandibû, bi belge kir ku 4 sivîl hatine birîndarkirin û ziyanên mezin ên madî pêk hatine. -
Hevşaredarên Cizîrê: Em bi paş ve gav navêjin
Hevşaredarên Cizîrê li dijî dagirkeriy qeyûm gotin ,''AKP'ê darbe li gel kir, em îro jî bi paş ve gav navêjin''. -
HPG: Li Şemzînan û Sêrtê kontrayek û 4 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li navçeya Şemzînan ya Colemêrg û navçeya Berwarî ya Sêrtê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker çalakî li dar xistin. HPG'ê ragihand ku di çalakiyan de kontrayek û 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Karasû: Divê gelê me bi temamî bibe parçeyek ji têkoşîna mezin
"Em bi berxwedanê li ser piyane. Em têkoşîneke mezin dimeşînin. Em şer dikin. Li her deverê şer heye. Jin, ciwan, tevahiya gelê me divê bibe parçeyek ji vê têkoşînê. Divê ciwan berê xwe bidin çiyê, tevlî nava refên gerîla bibin." -
Li Amedê dîmenên berxwedanê
Xespkirina şaredariyên Amed, Wan û Mêrdinê yên ji aliyê desthilatdariya AKP-MHP’ê ve ji aliyê gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ve li kolanan bi çalakiyan tê protestokirin. -
Andok: Xesp dikare bibe çirûska hilweşandina faşîzmê
Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Xebat Andok xespkirina sê şaredariyên HDP’ê nirxand. Andok got ku “Mirov dikare xespê veguherîne çirûska hilweşandina faşîzmê.” -
Li Wanê tevî qedexeyê gel li kolanan liberxwe dide- NÛ BÛ
Li Wanê polîsên Tirk êrîşî çalakiya li dijî desteserkirina şaredariyê kirin. Ji ber êrîşê wekîlek û çalakgerek birîndar bûn. Gel tevî qedexe û êrîşan jî li kolanan liberxwe dide. -
Li Amedê tevî êrîşên polîsan û qedexeyê jî gel li qadan e
Li Amedê ji Duşemê dema desteserkirina Şaredariya Bajarê Mezin û vir ve çalakiyên protestoyî û êrîşên polîsan didomin. Polîsên Tirk îro jî êrîşî çalakiyan kirin. Gel jî bi biryardarî li ber xwe dide. -
Mêrdîn li dijî terora qeyûman li ber xwe dide
Li Mêrdînê li dijî terora qeyûman gel xwest ber bi Şaredariya Mezin a Mêrdînê ve bimeşe. Polîsên Tirk bi ava jidiyayî êrîş birin ser gel. Gel li kolanê bi dirûşmeyên berxwedanê li ber xwe dide. -
KJK: Pêşî li desteserkirinê neyê girtin êrîşên girantir wê werin
Koordînasyona KJK'ê li ser dagirkirin û desteserkirina şaredariyên HDP'ê got, ''Dijminatiya li Kurdan û demokrasiyê ye'' û domand, ''Heke pêşî li van êrîşan û desteserkirinan neyê girtin wê êrîşên nû û girantir li pey hev werin.'' -
Temellî bang kir: Dengê xwe bilind bikin
Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî li ber avahiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê daxuyaniyek da û bang kir, ku li her deverê her kes dengê xwe bilind bike. -
Li Amedê polîs êrîş dikin, gel li ber xwe dide
Beriya daxuyaniya HDP'ê ya li Amedê, hemû rêyên berê xwe li avahiya şaredariyê ne ji aliyê polîsên Tirk ve hatin asêkirin. Polîsên Tirk êrîşî gel û parlamenteran dikin, gel jî li ber xwe dide. -
Lotûs: Êrîşa li dijî şehîdgehan wê bêbersiv nemîne
Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Orhan Lotûs diyar kir, êrîşa li dijî goristanên şehîdan ên li Bakurê Kurdistanê wê bêbersiv nemîne. -
Nûnerên darbeya siyasî: Qeyûm
Desthilatdariya AKP-MHP'ê û Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan ku di hilbijartinên xwecihî yên 31'ê Adara 2019'an de nekarî şaredariyên li Kurdistanê werbigirin, doh bi darbeyeke siyasî dest danîn ser Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê. -
Tekîn: Divê civak li dijî êrîş, noker û xayînan hişyar be!
Endamê Komîteya Rêvebir a PKK’ê Bozan Tekîn êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker nirxandin kir û got: “Divê civak di nava xwe de sîxûran nehewîne.” -
Federasyona Komeleyên Suryanî nerazîbûn nîşanî xespa şaredariyan da
Federasyona Komeleyên Sûryanî: Bang li raya giştî ya Tirkiye û cîhanê dikin ku li dijî vê hişmendiya derbekar bibin xwedî helwest û cih li gel vîna gel û nûnerên hatî hilbijartin bigirin. -
Rê nedan ku hevşaredarên HDP’ î bikevin Amedê
Hevşaredara HDP’ê ya Egîl Gulîstan Enserîoglû û Hevşaredara Farqînê Naşîde Torprak ên ketibûn ser rêya Amedê diketina navenda bajar de ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. -
Di bombe kirina balafirên Tirk de 4 sivîl li Qendîlê birîndar bûn
Balafirên şer ên artêşa Tirk bombe li gundên Silê û Bolê yên Qendîlê barandin. Di bomberdûmanê de 4 sivîl birîndar bûn, ziyan gihişte mal û baxçeyên welatiyên sivîl. -
Partiyên Kurdî nerazîbûn nîşanî dagirkeriya qeyûman dan
Partiyên Kurd: Qeyûm ne tenê pirsgirêka HDP’ê, tifaqa hilbijartina Kurdistanê û gelê Kurd e; pirsgirêka hevpar a hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê ye. -
Navên kesên li Amedê hatine destgîrkirin eşkere bûn
Piştî ku şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê ji aliyê desthilata AKP/MHP’ê ve hate xespkirin û şûnde gelek kes hatin destgîrkirin. Navê 99 kesên li Amedê hatibûn destgîkirin eşkere bûn.