KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
'Em di demeke welê de ne ku neheqî di asta herî bilind de ye'
Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk nerazîbûn nîşanî desteserkirina şaredariyê da û got, "Em di demeke welê de ne ku hiqûq nîne û neheqî di asta herî bilind de ye." -
Şaredariyên HDP'î ji nû ve bi bendan hatin dorpêçkirin
Şaredariyên Bajarên Mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ku ji aliyê rejîma faşîst a AKP/MHP'ê ve hate desteserkirin, bi bendan hatin dorpêçkirin. -
Mizrakli: Îradeya gel hate xespkirin
Hevşaredarê bajarê mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli yê ku ji aliyê desthilatdariya AKP û MHP’ê ve li şûna wî qeyyûm hatiye peywirdarkirin got ku “Îradeya gel hatiye xespkirin.” -
AKP'ê dest danî ser şaredariyên Amed, Wan û Mêrdînê
Hevşaredarên bajarê mezin ên Amed, Wan û Mêrdînê ji peywira xwe hatin dûrxistin. Vê sibehê deriyên şaredariya bajarê mezin a Amedê hate şikandin. Polîsan dora her sê şaredariyan girtin. -
Dag dipirse, Çiya Amed jî dilezîne ji ber ku Dersim li bendê ye
Çiya Amed ku 4'ê Hezîrana 2007'an li Dersimê şehîd bû, di hevpeyvîneke xwe de ya bi Halîl Dag re ji bo pirsa 'Kurdistan ku devere?' gotibû, "Devera ku tu karibe jê hez bike ew dever Kurdistane." -
Li Amedê ji ber qirkirina siyasî gelek kes hatin destgîrkirin
Li Amedê di serdegirtina malan de gelek siyasetmedarên HDP û DBP'î hatin destgîrkirin. -
Tevî astengiyên asayîşa Silêmaniyê xelatên Wedat Hisên hate dayîn
Nûçegihanê RojNewsê Wedat Hisên beriya 3 salan li Dihokê hatibû qetilkirin, her sal li Silêmaniyê di salvegera qetilkirina Hisên merasîma bibîranînê tê lidarxistin. Tevî astengiya asayîşa Silêmaniyê bîranîn li navenda RojNewsê hate lidarxistin. -
Çalakiyên mertalên zindî yên li Qendîl û Bradostê bi dawî bûn
Li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk a li Qendîl û Bradostê çalakiyên mertalên zindî hatibû destpêkirin. Çalakgeran diyar kirin ku wê çalakiya xwe bi metodên cihê bidomînin. -
HPG: Gerîla li Şemzînanê ketin çeperên dijmin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Girê Leylek ê Şemzînanê ketin nava çeper û baregehên leşkerên Tirk. Gerîlayan dest danî li ser çeperên dijmin û çekeke BKC desteser kir. -
Komalên Jin ên Ciwan Amara Gabar bi bîr anî
Koordînasyona Komalên Jin ên Ciwan gerîla Amara Gabar bi bîr anî, ku 6'ê Tebaxê li Cûdî jiyana xwe ji dest da. -
Lİ Mêrdînê û Şirnexê terora polîsên Tirk didome
Li Mêrdînê û Şirnexê ji 15'ê Tebaxê ve terora polîsan Tirk didome. Heta niha 29 kes hatine destgîrkirin. -
HPG: Em şehîdên Xakurkê bi rêzdarî bi bîr tînin
HPG'ê 4 gerîlayên 7'ê Tebaxê li Xakurkê şehîd bûn bi bîr anî û diyar kir, " li qada Ermûşê dijmin têk birin, ruhê berxwedanê li dîrokê nivîsandin." -
YBŞ/YJŞ û xizmên cangoriyan li şehîdgehê hev kom bûn
Fermandariya YBŞ û YJŞ'ê bi malbat û xizmên cangoriyan re li şehîdgehê cangorî bi bîr anîn. -
Qeyûm malên şaredariyê radestî saziyên dewletê kiriye
Qeyûmê rejîma AKP'ê tevî ku Şaredariya Cizîrê xiste bin 260 milyon lîreyî deynan, malên şaredariyê yên bi milyaran lîreyî radestî saziyên dewletê kir. -
Dersim: Gelê Rojava wê destketiyên xwe biparêze
Endama komîteya Navendî ya PKK'ê Hemrîn Dersim bal kişand ser gefên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê û got, "Gelê Rojava wê destketiyên xwe û xwe li dijî dewleta Tirk biparêze." -
Xizmên Windayan şer protesto kirin
Xizmên Windayan, lêgerînên xwe yên edaletê ya li Amed û Êlihê didomîne. Di çalakiyê de polîtîkayên şer hatin protestokirin. -
Li Geverê çalakiya sabotajê: Tirek hate rûxandin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Geverê li dijî konvoya leşkerî ya artêşa Tirk a dagirker çalakiya sabotajê lidar xist. HPG’ê ragihand ku tirek û alavên tê de hate rûxandin. -
Dewleta Tirk cenazeyê Yilmaz rehîn girtiye
Cenazeyê Mucahît Yilmaz ku li Amedê dema polîsan bi ser malê de girtin, qetil kirin, ev 28 roj in nadin malbatê. -
Li Rihayê operasyona qirkirina siyasî: 25 kes hatin destgîrkirin
Li Rihayê bi çarçoweya operasyonên qirkirina siyasî de polîsan bi ser gelek malan de girt û 25 kes destgîrkirin. -
Qedexeya li Colemêrgê mehek din hate dirêjkirin
Walîtiya Colemêrgê qedexeya çalakî û aktivîte yên li bajêr mehek din jî dirêj kir. -
Çiya bire odeya xwe û xwe bire çiyayan
Aydin ê ku digot, ‘’Dema ku çiyayan bînî cihê ku lê dimînî û bijî, wê demê bi gerîla re dimeşî’’, çiya birin odeya xwe ya biçûk û piştre ber bi çiyayan ve meşiya. Par, li Eyaleta Erzeromê tevlî nav karwanê şehîdan bû. -
Di nav PKK’ê de perwerdehî: Hilweşandin, keşifkirin, naskirin, hevrûbûn...
Endamê Komîteya Perwerdehiyê ya PKK’ê Orhan Kendal got, mêtingeriyê Kurdistan tenê dagir nekiriye, mêjî jî dagir kirine û diyar kir, PKK, beriya her tiştî ji bo hilweşandina qereqolên di mêjiyên Kurdan de girîngiyeke zêde dide perwedehiyê. -
ROJEVA 17'Ê TEBAXÊ
Rojeva Navenda Nûçeyan a 17'ê Tebaxa 2019'an. -
Li daristanên Licê şewat derket
Li gundikê Akro ya Taxa Karahasan a girêdayî navçeya Licê ya Amedê şewat derket. -
Bi coşeke mezin 15’ê Tebaxê li Qendîl hate pîrozkirin
Bi tevlîbûna sedan kesî yên ji herêmên cuda yên Başûrê Kurdistan û Qendîlê bi coşeke mezin salvegera 35’an a 15’ê Tebaxê roja vejînê pîroz kirin.