KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Sînor tenê li Kurdan qedexe ye!
Dewleta Tirk a ku deriyên sînor û bazirganiya li sînor tenê li Kurdan qedexe kiriye, li koçberan heta dawiyê vekiriye ku wan weke amûrekê ji bo polîtîkayên xwe yên taybet bi kar tîne. Hate gotin ku di nava salekê de bi hezaran koçber hatine bajarê Wanê. -
Serkêşê çeteya fûhûşê ya li Çewlikê Bûkan ê AKP'î ye?
Di operasyona fûhûşê de ya li Çewlikê, Alîkarê berê yê Şaredarê Çewlikê yê AKP'î Mûhîttîn Bûkan hate destgîrkirin. Hate îdîakirin ku Bûkan serkêşê çeteyê ye. Bûkan piştî şeş saetan serbest hate berdan. -
Dewleta Tirk gundên Amêdiyê bombe dike
Balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker derdorî du gundên girêdayî navçeya Amêdiyê ya Başûrê Kurdistanê bombe kir. -
Bahoz Erdal: Ciwanên ku kujerê hevrê Helmet kuştin pîroz dikim
Bahoz Erdal: Ev kesê li Hewlêrê hatiye kuştin Osman Kose dîplomat nîne. Berpirsiyarê MÎT’ê yê Başûrê Kurdistanê ye. Berpirsiyarê êrîşa bû sedema şehadeta hevrê Helmet û her du hevrêyên me ev kes e. Em ciwanên welatparêz ên ev çalakî pêk anîne pîroz dikin. -
Li Amedê li dijî navenda polîsan çalakiyekî bombeyî pêk hat
Li Amedê li dijî navendekî polîsan bi bombeya destan çalakiyek hate lidarxistin û 4 kes birîndar bûn. -
Rejîma Tirk dîsa bombe li Kortekê barand
Balafirên şer ên Tirk carekî din bombe li devera Kortek a Çiyayê Qendîl barandin. -
Tevgera helîkopteran a li esmanên wargeha Mexmûrê zêde bûye
Piştî bûyera li Hewlêr û bombe kirina jîngehên sivîl a Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî ya Mexmûrê rojên dawî tevgera balafirên keşfê û helîkopteran a li herêmê pir zêde bûye. -
Dr. Bahoz Erdal wê bûyera li Hewlêrê binirxîne
Îşev saet 20:00’an Dr. Bahoz Erdal ê ku mêhvanê Bernamaya Taybet a Stêrk Tv ye, wê gelek mijarên di rojevê de binirxîne. -
Yên bi Tirkî li ser dîmenên restoranta Hoqqabazê daxivin kî ne?
Ragihandina PDK’ê dîmenê kuştina berpirsê MÎT’ê ya li restoranta Hoqqebaz a Hewlêrê belav kir û dengê wan kesê ku bi Tirkî li ser dîmenên Hoqabazê diaxivin qut kiriye kî ne? -
HPG'ê gerîlayên li Amedê şehîd bûbûn bi bîr anî
HPG'ê 3 gerîlayên YJA-Starê ku 16'ê Tîrmeha 2019'an ji ber êrîşa hewayî şehîd bûbûn, bi bîr anî. -
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şemzînan û Çelê li dagirkeran da
HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li Şemzînan û Çelê çalakî kirine. Li Şemzînanê kontrayek hate kuştin û kontrayek birîndar bû. Di çalakiya li Girê Stûna yê Çelê jî gelek leşker hatin kuştin. -
OGÎ: Li Tirkiyeyê 152 rojnameger girtî ne
Înîsyatîfa Rojnamegerên Azad (OGÎ) bal kişand ser rojnamgerên girtî yên li Tirkiyeyê û got; “Rojnameger di bin zext û tundiya hikûmetê de karê çapemeniyê dikin. Hewl didin agahiyên rast bi civakê re parve bikin.” -
Hejmara kesên li Mêrdînê hatin destgîrkirin bû 5 kes
Li Mêrdînê piştî ku Hevserokê DBP'ê yê Merdînê Şehmûs Sûn û endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Sedat Ay jî hatin destgîrkirin hejmara kesên li bajêr hatin destgîrkirin bû 5 kes. -
Hevşaredara Bismilê Ozer jî hate destgîrkirin
Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer li navçeya Baglarê hate destgîrkirin. -
Zor li Bakuriyan tê kirin ku Başûr biterikînin
Piştî êrîşa çekdarî ya li ser restoranta bi navê Hoqqabazê ya 17'ê Tîrmehê, zor li Bakuriyên li Hewlêr, Duhok û Zaxo tê kirin ku malên xwe berdin. -
Hevşaredarên Nisêbînê û Bismilê hatin destgîrkirin
Bi çarçoweya qirkirina siyasî Hevşaredarê Nisêbînê Ferhat Kut, Hevşaredara Bismilê Gulşen Ozer û 3 kesên din hatin destgîrkirin. -
Rûken: Wê berxwedana li dijî dagirkeriyê giştî be
Endama Koordînasyona KJK’ê Zêrîn Rûken: Pêwîste hemû partiyên Kurdistanê, saziyên Kurdistanê li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk helwestên xwe diyar bikin, xurtir bikin û bikin yek. Çareserî di yekîtiya Kurdan de ye. -
'Dixwazin li Kurdistanê şênkahiyê nehêlin'
Parlamentera HDP'ê ya Şirnexê Nûran Îmîr bal kişand ser şewata daristanên li Kurdistanê ku ji ber operasyonên leşkerî rû didin û got, dixwazin şênkahiya li Kurdistanê bi dawî bikin û herêmê bikin mîna çolekê. -
Esnafên Sûrê ji ber krîzê hatin asta dikanan bigirin
Esnafên Sûrê diyar kirin ku ji ber krîza aborî bandora neyîni li wan dike, nikarin deynê xwe bidin û hatine sinorê ku dikanên xwe bigirin. -
Çavkaniya ciwantiyê ya Botanê: Baran Mawa
Fermandarê gerîla Baran Mawa zanîbû ku navenda azadiyê û felsefeya azadiyê çiyayên Kurdistanê ye. Li çiyayên Kurdistanê ew hêza moralê ya bê dawî ya ciwanan bû. -
Kalkan: Her yek ji wan bîrdariyeke mirovahiyê bû
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir, Alî Aktaş, Emrûllah Dûrsûn, Mîkaîl Ozdemîr, Vehîp Tekîn û Celal Ozturk ên 21'ê Adarê şehîd bûn her yek ji wan bîrdariyeke baweriyê ne. -
Li Iraqê gorekî komî ku cenazeyê 70 Kurdan li nave hate vekirin
Li qadekî 300 kêlometre dikeve başûrê paytexta Iraq Bexdayê, goreke komî ya dema qirkirina Seddam a li ser Kurdan hete vekirin. Ji gorê hestiyên zarok û pitik jî di nav de nêzî 70 cenaze hatin derxistin. -
Li Tetwanê li Bajarê Antîk dîteyên arkeolojîk
Li Tetwanê Bajarê Antîk geleek dîteyên arkeolojîk hatin tespîtkirin. -
Bûyera li Hoqqabaz û nakokiyên di nava PDK’ê de
Bûyera kuştina alîkarê Konsulxaneya Tirk Osman Kose ya li restoranta Hoqqebaz a Hewlêrê bûye sedem ku nakokiyên navxweyî yên di nava PDK’ê de zêde bibe. Berpirsên PDK'ê bi awayek ne rasterast hevdu sûcdar dikin. -
HPG: Li Colemêrgê 13 leşker hatin kuştin
Gerîlayên YJA-Starê li Colemêrgê derbek giran li leşkerên Tirk ên dagirker dan. HPG’ê got 13 leşkerên Tirk hatine kuştin.