KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Gerîlayan li Şirnex û Colemêrgê li dagirkeran da: 3 kontra û 6 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku gerîlayên HPG û YJA-Star’ê li Şirnex û Colemêrgê li dijî artêşa Tirk a dagirker çalakî kirine. HPG’ê got di çalakiyan de 3 kontra û 6 leşker hatin kuştin. -
Sê xebatkarên konsolosxaneya Tirkiyeyê ya li Hewlêrê hatin kuştin- NÛ BÛ
Li bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê li restoranta Huqqabaz ya nêzî Konsolosxaneya Tirkiyeyê, şer çêbû. Tê diyarkirin ku xebatkarên konsolosxaneya Tirkiyeyê jî mirine û birîndar bûne. -
Eşîra Sûrçî serdana çalakgerên Mertalên Zindî kir
Gelek welatiyên ji eşîre Surçî di roja 24’emîn de ya çalakiya Mertalên Zindî çûn serdana çalakvanan û piştgiriya xwe nîşan dan. -
Hevserokê HDP'ê yê Qaxizmanê hate destgîrkirin
Hevserokê HDP'ê yê navçeya Qaxizmanê Yaşar Ozlu hate destgîrkirin. -
'Tirkiyeyê çav berdaye dewlemendiyên Kurdistanê'
Mamosteyê beşa Dîrokê li Zanîngeha Çermo Goran Selam bal kişand ser dewlemendiya xaka Kurdistanê û diyar kir, ku Tirkiye ji bo desteserkirina dewlemendiya Kurdistanê êrîş dike. -
Torosên 'kujer' ên dewletê li Wanê digerin
Hêzên dewletê yên rûpêçandî bi wesayitên Toros ên Spî li Wanê geriyan û li naverastê êşkence li mirovan kirin. -
Gerîlaya ku li çiyê li bersiva xwe geriya: Delîla Amed
Gerîlaya YJA Starê Gulcan Çelîk bi navê ku pê tê nasikrin Delîla Amed. Meşa xwe ya dawî ya gerîlatiyê, bîranîn û têkoşîna xwe 17'ê Tîrmeha sala 2018'an li Botanê ji hevalên xwe re hişt. -
PKK'ê ji pênc malbatan re name şand
Komîteya Piştevaniya bi Malbatên Şehîdan re ya PKK'ê ji bo malbatên Alî Aktaş, Emrûllah Dûrsûn, Mîkaîl Ozdemîr, Vehîp Tekîn û Celal Ozturk ên 21'ê Adarê şehîd bûn peyam şand. -
Balafirên şer ên Tirk Xantûr bombe kir
Balafirên şer ên Tirk vê êvarê çiyayê Xantûr ê girêdayî herêma Sindiyan a ser bi bajarokê Zaxo yê Başûrê Kurdistanê bombe kir. -
Ji bo parastina leşkerên Tirk PDK rêyên qaçax vedike
Dewleta Tirk a dagirker, dagirkeriya li ser xaka Başûrê Kurdistanê berfireh dike. Dewleta Tirk bi alîkariya PDK’ê baregehe nû li Şêladizê ava dike. -
Vejîn: Hêzên Rojhilatê Kurdistanê ji her demê zêdetir amadene
Zîlan Vejîn: Eger hevdîtin û lihevgirina rejîma Îran û Tirkiye yê li ser esasê têk birina gelê Kurd be, helwêstê me jî wek berê nabe û eger şerek destpê bike wê kûrahî û dijwariya wê li şerê Qendîlê berfirehtir bibe. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Girê Şehîd Derwêş weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 15’ê Tîrmehê ya li Girê Şehîd Derwêş weşand ku di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatibûn kuştin. -
Cenazeyên gerîlayên HPG'ê piştî 44 rojan hatin standin
Dewleta Tirk ev 44 roj in nedihişt ku malbat û gel cenazeyê 4 gerîlayên HPG'ê ku li Licê ya Amedê 3'yê Hezîranê di şer de şehî bûbûn, bistîne. Piştî 44 rojan malbat û gel cenaze standin. -
Leşkerên Tirk bi kincên gerîla kemînan datînin
Artêşa Tirk a dagirker di navbera gundên Sorinke, Spîdere û Heseniyê yên Kelareş ya dikeve sînorê Bakurê Kurdsitan û Rojhilatê Kuristanê kincên gerîla li xwe dikin û karê kontrayan dikine. -
HPG'ê nasnameya gerîlayê li Gabarê şehîd bûbû eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya gerîlayê ku di êrîşa hewayî ya balafirên şer a roja 7'ê Tîrmehê li herêma Deriyê Gabar a herêma Gabar ya Şirnexê şehîd bûbû, eşkere kir. -
Li Xakurkê derbên giran li dagirkeran hate xistin
HPG'ê ragihand ku gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Ronya û Şehîd Bager de li dijî leşkerên Tirk rêzeçalakî lidarxistin. HPG'ê got di çalakiyan de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Ciwanên Şengalê piştgirî dane çalakiya mertalên zindî
Ciwanên Êzidxanê serdana çalakgerên mertalên zindî kirin û piştgirî dane çalakgeran. -
Malbata gerîlayê HPG'ê Acar ji bo testa DAN'yê xwîn da
Cenazeyê gerîlayê HPG'ê yê bi navê Çiyazan Kaşûrî ku 10'ê Tîrmehê li Amanosan di şer de şehîd bûyî, ji hêla malbatê ve nehate naskirin. Malbatê ji bo testa DNA'yê xwîn da. -
Hin çavdêriyên merasîma Helmet
12’ê Tîrmeha 2019’an… Piştî êrîşa bêbext a di 5’ê Tîrmehê de Başûrê Kurdistanê di serî de ji her çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê gelek kes hatin serdana gora Şehîd Helmet. -
YJŞ’ê: Şehîdbûna heval Helmet barê me girantir kiriye
Hêzên YJŞ’ê (Yekîneyên Jinên Şengalê) bi nameyeke niviskî destek dan çalakgerên mertalên zindî û diyar kirin, "Her çiqas em li cihên cûda bin jî di milê birdozî û mêjî de ji bo heman armancê em kar dikin, şoreşgertî dikin." -
Omer Ocalan: Deriyê Îmraliyê bê girtin wê kaos mezin bibe!
Parlamenterê HDP'ê Omer Ocalan got, "Eger Birêz Ocalan bikeve dewrê wê aramî bê. Eger li pêşiya deriyê Îmraliyê bend bê danîn wê kaos giran bibe." -
Rêxistinên civakî yên sivîl: Bersivê bidin banga Ocalan
Rêxistinên civakî yên sivîl ên li Wanê xwestin ku bersiv ji banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re bê dayin. -
'Muzîk lêgerîna li heqîqet û evînê ye'
Hunermend Bermal Çem diyar kir kir ku muzîk ji bo Kurdan lêgerîna li heqîqet û rastiyê ye û got, her gerîlayek bi bandora stran û awazekê dest bi lêgerîna li azadiyê kiriye. -
Lotûs: Em ê faşîzma Erdogan jî têk bibin
Endamê Komîteya Şehîdan a PKK'ê Orhan Lotûs got, "Berxwedana 14'ê Tîrmehê faşîzma 12'ê Îlonê avêt ser sergoyê dîrokê. AKP-MHP jî di dema xwe ya dawî de ye." -
Artêşa Tirk Bradostê bombe kir
Artêşa Tirk a dagirker, dervereke ya girêdayî herêma Bradostê bombe kir.