KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Ev 43 rojin cenazeyê 4 gerîla li herêma opersyonê ne
Rê nayê dayîn ku li cenazeyê 4 gerîlayên piştî şerê li bejahiya Licê ya dewleta Tirk a dagirker û bomberdûmanê şehîd bûne, bên girtin. 43 rojin cenaze li herêmê tên ragirtin. -
HPG: 3 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand ku gerîlayan li nêzî Girê Şehîd Sarya li dijî leşkerên derketin eraziyê çalakî kirine. HPG'ê got di çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. -
Karasû: Jiyan êdî bi tecrîdê nabe
Karasû: Ji bo gelê me û tevgera me, pêngava 'Em dawî li tecrîdê bînin, faşîzmê hilweşînin, Kurdistanê azad bikin' pêngaveke rexnedayinê ye. Bi rengekî eşkere hate destnîşankirin ku jiyan êdî bi tecrîdê nabe, tecrîdkirina Rêber Apo nayê qebûlkirin. -
Yekîneya Tolhildanê çalakiya li Cizîrê li xwe girt
Yekîneya Tolhildanê ya Ş. Rûken Hoser diyar kir ku di 11’ê Tîrmehê de li Cizîra Şirnexê li dijî polîs û notirvanan çalakiya sabotajê li dar xistine. -
Li navçeya Qereyaziyê maweya destgîrkirinê hate dirêjkirin
Hevşaredarê Qereyazîya Erziromê Bûrhanettîn Şahîn û 10 kesên ku hatibûn destgîrkirin, maweya wan a destgîrkirinê hate dirêjkirin. -
HPG'ê gerîlayên li Çelê şehîd bûn bi bîr anî
HPG'ê sê gerîlayên ku 8'ê Tîrmehê li Çelê ji ber êrîşa hewayî şehîd bûn bi bîr anî. -
Li berxwedêrê greva birçîbûnê 13 roj cezayê hucreyê hate birîn
Erdal Kotan ê li Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Hejmara 1'ê ya Xarpêtê tê hiştin, ji ber ku demeke dirêj di greva birçîbûnê de ma 43 kîlo li xwe kêm kir. Rêveberiya girtîgehê 13 roj cezayê hucreyê li Kotan birî. -
Walîtiya Tirk pênc herêmên Colemêrgê qedexe kir
Walîtiya Tirk a li Colemêrgê pênc herêmên li bajar û navçeyên wê ji bo 15 rojan weke 'Herêma Ewlekariyê ya Taybet' ragihand û çûn û hatina li wan herêman qedexe kir. -
Ji 14’ê Tîrmehê rojiya mirinê heta bi guleya pêşî -2
'Rojiya Mirinê ya Mezin' a 14’ê Tîrmehê, kir ku civaka ku dihate xwestin qira wê bînin ji nû ve veje û berxwedaniyeke mezin derkeve hole. -
Li Colemêrgê şer, herî kêm 3 leşker hatin kuştin
Hate ragihandin ku di şêrê li bejahiya Colemêrgê yê di navbera gerîlayên HPG'ê û leşkerên artêşa Tirk a dagirker de herî kêm 3 leşkerên paye bilind hatine kuştin. -
HPG’ê têkildarî êrîşên hewayî û dagirkeriyê agahî da
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî tevgera dagirkeriyê ya artêşa Tirk a dagirker a li ser xaka Başûrê Kurdistanê agahî da. -
Guven: Divê Barzanî xaka pîroz pêşkêşî Tirkiyeyê neke
Guven li Konferansa Herêma Amedê ya HDP'ê axivî û got, "Divê xaka pîroz pêşkêşî Tirkiyeyê neyê kirin. Mesûd Barzanî gotibû, 'Em birakujiyê naxwazin'. Eger naxwaze divê wê xakê pêşkêş neke." -
'Tovên berxwedanê bi 14'ê Tîrmehê şîn bûn'
Gerîlayên YJA Starê der barê salvegera 37'an a Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê axivîn û gotin, "Berxwedana niha encama 14'ê Tîrmehê ye." -
Artêşa Tirk li gundên Pîranê dest bi operasyonê kir
Artêşa Tirk a dagirker li gundên Pirêjman, Şingirik, Herîdan û Tonekrag ên li bakurrojavayê navçeya Pîranê ya Amedê dest bi operasyoneke berfireh kir. -
Adiyaman: Berxwedana 14'ê Tîrmehê 15'ê Tebaxê afirand
Adiyaman: Bi îradeya ku li zindana Amedê hate nîşandan re dewleta Tirk têkçûna xwe qebûl kir. Piştî Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14'ê Tîrmehê pêngava 15'ê Tebaxê dest pê kir. -
PDK'ê kir nekir nekarî gel li dijî PKK'ê sor bike
Li navçeya Sîdekanê ya bajarê Hewlêrê yê Başûrê Kurdistanê, heyetek PDK'ê bi keya, rûspî, rayedarên herêmê û PDK'iyên li herêmê re hevdîtin kir, lê kir nekir nekarî gel li dijî PKK'ê sor bike. -
Cenazeyên 3 zarokên ketin Bendava Dîlîmlî ya Geverê hatin dîtin
Orçûn û Olcay Ûlali ku birayên hev in û Mesût Buyuksû ku xizmê wan e, ketin Bendava Dîlîmlî ya li navçeya Geverê ya Colemêrgê. Lê belê cenazeyên her sê zarokatn hatin dîtin. -
Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê dest pê kir
Li bajaroka Xanesorê ya Şengalê bi beşdarbûna 250 delegeyan Kongreya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) ya 3'yan dest pê kir. -
Guven dest bi karên KCD'ê kir
Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven piştî ku li Civata Giştî ya Meclîsê sond xwar û dest bi karê meclîsê kir, dest bi karên Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) jî kir. -
Ji rojiya mirinê ya 14'ê Tîrmehê ber bi fîşeka destpêkê ve
Berxwedana PKK'ê ku 14'ê Tîrmeha sala 1982'an bi 'Rojiya mirinê ya mezin' dest pê kir û veguherî pêngava gerîla ya 15'ê Tebaxê, di salvegera 35'an de li Kurdistanê û Rojhilata Navîn veguheriye berxwedaneke girseyî. -
PDK ketiye nava hewldanên gel li dijî PKK’ê rabike
PDK a li gel dewleta Tirk di nava hevkariyê de ye, vê carê li herêmê dixwazin gel li dijî PKK’ê rake ser lingan. -
Li Amedê operasyon û şer
Gerîlayên HPG’ê li dijî Qereqola Tepê Hîzanê ya Licêya Amedê çalakiyek li dar xistin. Ev çalakî di 9’ê Tîrmehê de hate lidarxistin û di çalakiyê de li çeper û stargehên leşkeran hate xistin. -
Li Şaxê nelirêtiya AKP’ê bi dîmenan hate qeydkirin
AKP’yiyan li Şaredariya Şaxê dest bi nelirêtî û şerê rantê kirin. -
Li Xarpêtê ewlehiya girtiyan tune!
Girtiyên siyasî yên Xarpêtê hatin derbkirin. Hate hînbûn ku girtiyê siyasî xistine hucreyên yekkesî û ewlehiya wan tune. -
HPG'ê du gerîlayên ku li Xelfetî şehîd bûn bi bîr anî
Nnavenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayan eşkere kir ên ku 18'ê Gulana 2019'an li gundê Derto yê navçeya Xelfetî ya Rihayê şehîd bûbûn.