KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Asayîşa PDK’ê êşkenceyê li Eyûb Xelîl dike
Çalakgerê mertalê zindî Eyûb Xelîl ku ji aliyê asayîşa PDK’ê ya navçeya Mesîf a Hewlêrê ve hatibû destgîr kirin, êşkence lê tê kirin. -
PKK: Salvegera 14’ê Tîrmehê ya 38’emîn wê ‘Sala Tolhildanê ya Helmet' be
PKK: Têkoşîna me ya sala 38’emîn a Berxwedana 14’ê Tîrmehê wê bibe ‘Sala Tolhildanê ya Helmet’. -
Li Hênê operasyon, zext û GBT
Di operasyona leşkerî de ya li bakurê Hênê hatiye destpêkirin, leşkeran bi ser malan de girtin û kontrola 693 kesî ya GBT'ê kirin. -
Di sala 30'î de qetilkirina Dr. Qasimlo!
Lîderê Kurd Dr. Abdulrehman Qasimlo, 13'ê Tîrmeha 1989'an li Viyanayê dema bi du hevalên xwe re bi rejîmê re li dora maseya danûstandinan rûniştibû hate kuştin. Di ser vê sûîqestê re 30 sal derbas bûn, lê hîn kujer nehatine darizandin. -
Gerîla Berxwedan Kamyaran: Divê ciwan bi ruhê serhildanê rabin
Gerîlayê YRK’ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê Berxwedan Kamyaran li dijî êrîş û komkujiyên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî gelê Kurd banga serhildanê li ciwanên çar parçeyên Kurdistanê kir. -
Ceylan: Polîtîkayên PDK'ê zirarê dide yekîtiya neteweyî ya Kurd
Hevserokê HDP’ê yê Amedê Zeyat Ceylan, bertek nîşanî dagirkirina xaka Başûrê Kurdistanê û helwesta PDK'ê ya li dijî dagirkirinê da û diyar kir ku polîtîkayên PDK'ê zirerê dide yekîtiya neteweyî ya Kurd. -
Alimê Dîn Aso Qadir: Hewlêr kirin qefesê, destekê dide dijmin
Alimê Dîn Mele Aso Qadir komkujiyên dewleta Tirk ên li ser sivîlên herêmê şermezar kir û got, ''Êrîşên li ser gelê Kurd di mirovahiyê de û Misilmaniyê de cihê wê nîne. Hikûmeta Başûrê Kurdistanê jî destek dide dijmin.'' -
Şerîk: Divê em bibin şopdarên berxwedêrên 14'ê Tîrmehê
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Cemal Şerîk ji bo salvegra berxweana 14'ê Tîrmehê axivî û got, ''Niha tişta ku divê were kirin ew e ku em îro jî bibin şoprdarên 14'ê Tîrmehê''. -
Diyar Xerîb li Qendîlê bi merasîmeke bi heybet hate bibîranîn
Li Qendîlê ji bo Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb û du gerîlayên ku di êrîşa hewayî ya dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûbûn, merasîmeke biheybet hate lidarxistin. -
Bi hezaran kes ji bo Şehîd Helmet, Şahîn û Devran meşiyan
Ji bo endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK’ê Diyar Xerîb, Şahîn û Devran ên 5’ê Tîrmehê di encama êrîşa balafirên şer ên Tirk de şehîd bûbûn, li Qendîlê merasîmeke girseyî hate lidarxistin. -
HPG: Li Xakûrkê 4 leşkerên Tirk hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî leşkerên artêşa Tirk a dagirker li Xakûrkê çalakî lidarxist. HPG'ê ragihand ku di çalakiyê de 4 leşkerên Tirk hatine kuştin. -
Balafirên şer du herêmên Başûr bombe dikin
Balafirên şer ên Tirk herêmên Nêrwe-Rêkan û Zêbariyan ên Başûrê Kurdistanê bombe dikin. -
Li bejahiya Mêrdinê kamerayên nixumandî hatine bicihkirin
Derket holê ku li bejahiya herêmên Qoser û Nisêbînê kamerayên nixumandî yên bi armanca leşkerî tên bikaranîn, hatine bicihkirin. -
Gerîlayê HPG'ê Mûrat Gunduz jî di êrîşa 5'ê Tîrmehê de şehîd bû
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK'ê diyar kir, di êrîşa hewayî ya 5'ê Tîrmehê de ya li Qendîlê gerîlayê HPG'ê Devran (Mûrat Gunduz) jî tevî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb şehîd bûye. -
Gerîla TV dîmenê sê çalakiyan weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiyên li Girê Xwedê yê Avaşînê, Girê Radarê yê Qilabanê û li rêya navbera Colemêrg-Çelê weşand. -
Li Sêrt û Misircê 6 kes hatin destgîrkirin
Polîsan li navenda Sêrtê û navçeya wê Misircê bi ser gelek malan de girtin. Rêveberên DBP û KCD'ê jî di nav de 6 kes hatin destgîrkirin. -
Rêveberê DBP'yî hate destgîrkirin
Rêveberê Rêxistina Navçeya Dîclê ya DBP'ê Recep Ateşmen hate destgîrkirin. Polîsan bi ser mala Ateşmen de girtin û derb lê dan. -
Êrîşên li ser Bradost û Balakatî doh jî dom kirin
Êrîşên ku Îranê û Tirkiyê li ser Başûrê Kurdistanê, li ser qadên Bradost û Balakatî 10'ê Tîrmehê dane destpêkirin û 2 sivîl şehîd bûn, 4 jê birîndar bûn, duh jî dom kirin. -
Çiya, av û meşa gerîla...
Ew tên... Li çiyê binerin... Bi wan piştrast bin, bi hêviya we tên... -
Li Cizîrê dengê teqîn û çekan bilind bû
Li navçeya Cizîr a Şirnexê dengê teqînekê bilind bû. Piştî teqînê dengê çekan jî hatin bihîstin. -
Oldarên Ayînî yên Başûr jî li dijî dagirkerî û xiyanekariyê derketin
Piştî helwestên kesayetên siyasetmedar,rewşenbîr û welatiyên Başûrê Kurdistanê vê carê oldarên ayînî yên ji deverên cuda bi daxuyaniyekê helwesta xwe ya nerazî ya li dijî dagirkerî û karê sîxûriyê nîşan dan. -
HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir
HGP’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku di şerê navbera zozanên Tokdag û Ovacik ê girêdayî navçeya Dortyol a Hatayêû navçeya Hênê ya Amedê de 2 gerîla şehîd bûbûn. -
Mertalên Zindî: Em li ser axa xwe ne, me axa kesî dagir nekiriye
Çalakavanên Mertalên Zindî yên Bradostê:Ev ax, axa me ye, dewleta Tirk dixwaze dagir bike. Ev bi salane em şehîdan didin.Rejîma dagirker bi balafirên şer êrîşî sivîl, gund, zeviyên, heyvan û daristan dike. Em ne li ser xaka wan in, em li ser xaka xwe ne. -
Gerîlayan li Sêrtê li yekîneyên veşartî dan
Gerîlayên HPG û YJA-Starê li derdora gundê Dirişkê yê Dihêya Sêrtê li yekîneyeke veşartî ya leşkeran da. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. -
Heyeta HDP'ê li Licê ye
Heyeta HDP'ê ji bo lêkolînan bike li Licê ye. Li Licê gule li gund hatibû reşandin û zeviyên çandiniyê hatibûn şewitandin.