KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Hevseroka HDP'ê ya Qilabanê Ferîde Ender hate destgîrkirin
Hevseroka HDP'ê ya navçeya Qilabanê Ferîde Ender û du kes hatin destgîrkirin. -
KCD'ê Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anî
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Şêx Seîd ê ku di 29'ê Hezîrana sala 1925'an de ji aliyê rejîma Tirk ve hate darvekirin û hevalên wî bi bîr anî. -
'Wê hesabê îxaneta li Kurdan were pirsîn'
Ji Hêzên Xweparastinê yên Mexmûrê Ferhan Diderî got, dîrok bi mîsogerî wê hesab ji wan kesan bipirse ku îro îxanetê li Kurdan dikin. -
Di nava 3 salan de 27 karkerên ji Wanê bûn 'qurbanî'
Hefteya derbasbûyî karkerekî ji Wanê ji înşaetê ket û jiyana xwe ji dest da. Bi vî rengî hejmara qurbaniyên kuştina li kar di nava sê salan de bû 27 kes. -
Zîlan bi salan e li çiyayên azad e
Li dijî êrîşa bombeyî ya sala 1996'an a li Şamê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gerîla sonda tolhildanê xwar. Vê sondê destpêkê li Dersimê 30'ê Hezîranê deng veda. Zîlanê sonda gerîla bi cih anî. -
Balafirên şer ên Tirk li sivîlan dan: 3 kes mirin, 5 kes birîndar bûn
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker careke din bombe li sivîlên li Çiyayê Kortekê yê Qendîlê barandin. Jin û zarok jî di nav de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û birîndar bûn. -
Pêşmergeyên Dêrîn piştgirî dan çalakiya mertalên zindî
Gelek pêşmêrgeyên Dêrîn piştgirî dan çalakiya mertalên zindî ya ku ciwanên Başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dane destpêkirin. -
Agir bi kampa penaberan a Şaryayê ket
Li Duhokê agir Kampa Penaberan a Şaryayê ket. 15 kon û 2 wesayît şewitîn. -
Li Cizîrê terora dewletê: 8 kes hatin destgîrkirin
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê hêzên Tirk girtin ser malan û 8 kes destgîr kirin. -
HPG: Dixwazin herêmê ji mirovan vala bikin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ragihand dewleta Tirk li Xakûrkê wesayitên sivîl kirine hedefa xwe, welatiyek şehîd bûye û 3 birîndar bûne. HPG'ê got, dagirker dixwazin hemû herêmê ji mirovan vala bikin. -
AKP'ê li Wanê dest danî ser keyatiyekê
Keyayê taxa Sarimehmet a navçeya Bêgirê ya Wanê Kemal Karagulle ji wezîfeyê hate girtin. -
Bi kepçeyê bi ser mala Ablay a HDP'yî de girtin
Endama Meclîsa Şaredariya Serêkaniyê ya HDP'yî Dîlan Ablay, bavê wê, diya wê û xwîşk û birayên wê hatin destgîrkirin. -
Hêza Xweparastinê ya Başûr hate ragihandin
Hêza Xweparastinê ya Başûrê Kurdistanê, bi merasîmeke leşkerî li çiyayên Kurdistanê bi daxuyaniyeke çapemeniyê hate ragihandin. Di daxuyaniyê de hate gotin, ''Em ê bingehên hêzen dagirker li Başûr bikin hedef''. -
Gerîlayên HPG/YJA Starê: Em Zîlan bi rûkenî bi bîr tînin
Gerîlayê HPG'ê Fîkret Pîrozhat û gerîlaya YJA Starê Jiyan Botan, Zîlan (Zeynep Kinaci) bi bîr anîn. -
Artêşa Tirk bêçare ye: Belavokan diavêje
Artêşa Tirk li Herêmên Parastinê yên Medyayê û wargehên Başûrê Kurdistanê belavokên bi nivîsa "Teslîm bibe, azad bibe" belav dike. -
Qadên dagirkirî yên Başûrê Kurdistanê
Hewldanên êrîşê û dagirkirina Başûrê Kurdistanê yên dewleta Tirk ku bi pejirandin, hevkarî û desteka PDK'ê dikin, ji sala 1991'ê û vir ve bi avakirina baregehan didomin. Zêdeyî deh hezar leşkerên Tirk niha li Başûrê Kurdistanê hene. -
Arslan: Nêzîkatiya li Birêz Ocalan wê diyarker be
Hevserokê DBP'ê Arslan peyama Rêberê Gelê Kurd Ocalan nirxand û got, "Bi dîtina min, pêvajoya ku Tirkiyeyê ber bi demokratîkbûnê ya jî kaosê bibe wê bi nêzîkatiya li Birêz Ocalan diyar bibe." -
Li Kerkûkê hunermend Qadir Merdan hate bibîranîn
Li Kerkûkê di roja duyemin a hefteya rewşenbîrî û hunerî de, hunermend Qadir Merdan li hola rewşenbiriyê hate bibîranîn. -
Artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê sivîlek qetil kir
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker a bombe li herêma Goşînê ya herêma Bradost a Başûrê Kurdistanê barandin. Di bombebaranê de wesayîta sivîlan hate hedefkirin, sivîlek hate qetikrin û 3 sivîl jî birîndar bûn. -
Balafirên şer herêma Goşînê ya Bradostê bombebaran dikin
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker bombeyan li herêma Goşînê ya herêma Bradostê dibarînin. -
Li dijî dagirkeriyê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin
Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Başûrê Kurdistanê kampanyaya îmzeyan hate destpêkirin. -
HPG: 26 leşker hatin kuştin û helîkopterek hate derbkirin
Gerîlayên HPG û YJA Starê derbên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin. Di van çalakiyan de bi qasî ku hatiye tespîtkirin 26 leşker hatine kuştin, 2 wesayîtên zirxî hatine îmhakirin û derb li helîkopterekê hatiye xistin. -
Nasnameya du gerîlayên ku li Êlkê şehîd bûbûn hate eşkerkirin
HPG'ê nasnameya 2 gerîayên jin ku li Êlkê şehîd bûbûn eşker kir. HPG'ê got, ''Fedakariya mezin a hevrêyên me Mizgîn û Xemlîn ku li dijî dijmin ji bo hesab bipirsin têdikoşîn wê ti caran neyên jibîrkirin. -
Dozger xwest 15 sal ceza li rojnameger Canozer bibire
Rûniştina doza rojnameger Bêrîtan Canozer hate dîtin. Dozger xwest ku 15 sal ceza li rojnameger Canozer bibire. -
'Di hilbijartinên Stenbolê de berxwedana demokrasiyê bi ser ket'
Endamê Konseya Rêvebir a KCK’ê Xebat Andok encama hilbijartinên Stenbolê, pêşeroja Tirkiyê, ji bo siyaseta demokratik, ji bo xeta sêyemîn erk û mîsyona Partiya Gelan a Demokratîk (HDP) nirxand.