KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Recep: Divê li dijî êrîşan rêveberên Iraqî bikevin tevgerê
Parlementer Yusra Recep li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li Parlementoya Iraqê daxuyaniyek da çapemeniyê, bang li Serokwezîrê Iraqê û Serokê Parlementoyê kir ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bikeve tevgerê. -
HPG: Li Xakurkê 3 leşker hatin kuştin
Gerîlayên HPG û YJA Starê li Girê Şehîd Derwêş ê li Xakurkê li leşkerên Tirk ên dagirker dan. Di vê çalakiyê de 3 leşker hatin kuştin. -
Saziyên li Mêrdînê: Mexsûs daristan tên şewitandin
Saziyên sivîl ên li Mêrdînê nerazîbûn nîşanî şewitandina daristanan ên bi destê artêşa Tirk dan. Saziyan diyar kirin ku divê şewata li Omeryanê were tefandin. -
Ceza li Hevserokê HDP'ê yê navçeyê hate birîn
Salek û 6 meh cezayê girtîgehê li Hevserokê HDP’ê yê navçeya Doganşehîrê ya Meletiyê Mehmet Aydiner hate birîn. -
Li Omeriyan şer û şewat
Li herêma Omeriyanê ya Nisêbînê şer qewimî û şewat derket. -
Li Amedê hevşaredarên HDP'yî li hev rûniştin
Li Amedê hevşaredariyên navçeyan ên HDP'ê û Hevşaredarê Şaredariya Mezin a Amedê Selçûk Mizrakli ji bo çareseriya rêveberiya herêmî li hev rûniştin. -
Sûlav di nava metirsiya HES'ê de ye
Çavkaniya Sûlava Kanîspî ya li navçeya Şaxê ya Wanê Çemê Sortkin e. Projeya Santrala Hîdroelektrîk (HES) ku tê xwestin li ser wî çemî bê çêkirin rê li ber nerazîbûnan vedike. -
'Wateyeke dîrokî ya peyama Ocalan a ji bo Êzidiyan heye'
Hevserokê Desteya Rêveber a Meclîsa Şengalê Faris Herbo peyama Ocalan a ji bo civaka Êzidî nirxand û got, "Peyama Ocalan ji bo Êzidiyan xwedî wateyeke dîrokî ye." -
Artêşa Tirk bombe li nêzî navendeke PDK'ê barand
Balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker di saetên êvarî de benzînxaneyeke ya Amêdiyê ya nêzîkî navenda 18’an a Partiya Demokrat a Kurdistan bomberdûman kir. -
Operasyona şervanên YBŞ’ê ya li dijî DAÎŞ’ê didome
Operasyona şervanên YBŞ’ê û artêşa Iraqê ya li dijî çeteyên DAÎŞ’ê didome. -
HPG: Ji Xakurkê heta Serhedê derbên giran li dagirkeran hate xistin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir ku gerîlayan li Amed, Xakurkê û Serhedê derbên giran li dagirkeran xistine. Li gorî HPG’ê li Xakurkê herî kêm 4 û li Serhedê jî herî kêm 20 leşker hatine kuştin. -
Nûnerên NY'ê serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin
Endamên Komîsyona Yekîtiya Navbera Parlamenteran a Neteweyên Yekbûyî (NY) serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kirin. -
Li ser rêya Bazîd-Agiriyê derba giran li artêşa Tirk hate xistin!
Hate ragihandin, li ser rêya Bazîd-Agiriyê li dijî artêşa Tirk a dagirker, hêzên gerîla çalakiyeke berfireh kirine. -
Li Heskîfê êrîşa polîsan: 33 kes hatin destgîrkirin
Ciwanên HDP'î xwestin li dijî hilweşandina Heskîfê daxuyaniyê bidin çapemeniyê, lê bûn hedefa êrîşa polîsan. Ji ber êrîşê yek jê rojnamevan 33 kes hatin destgîrkirin. -
Aktaş ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin, lêpirsîn lê hate vekirin!
Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê rojnameya Azadiya Welat Rohat Aktaş ê ku li Cizîrê hatibû qetilkirin jî tê de, li 26 rojnamegeran lêpirsîn hate vekirin. -
‘Kurd bi peyva Kurdistan nayên xapandin’
Welatiyên Amewê axaftina Bînalî Yildirim a Amewê "nejidil" nirxandin û gotin: “Tu gotinên AKP’ê ji hev nagrin. Em ne zarokin ku me bixapînin. -
Gerîlayên HPG'ê: Em bi ruhê Şêladizê li ber xwe didin
Dewleta Tirk ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dixwaze Xakurkê dagir bike û qada Bradostê vala bike. Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku wê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk bi ruhê Şêladizê li dijî dagirkeran li ber xwe bidin. -
YBŞ’ê bi berxwedaneke mezin êrîşa DAÎŞ’ê şikand
Du şev saet 00:00 li gundê Helluş ya girêdayî Mediban ya bi ser bajarê Şengalê ve çeteyên DAÎŞ’ê xwastin êrîşê gelê vê heremê bikin. Hêzên YBŞ’ê bi bersivdayînekê mezin ev êrîş şikandin. -
Gerîlayan li Xakurkê li dagirkeran dan
Gerîlayên HPG’ê li Xakurkê li dijî hêzên dagirker ên Tirk çalakiyek pêk anîn. -
HPG: Li Mêrdînê 2 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di dawiya meha Gulanê de di şerê navbera navçeya Mehsert û Mêrdînê de 2 leşker hatin kuştin. -
HPG'ê li Amedê du gerîlayên ku şehîd bûn bi bîr anî
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê nasnameya du gerîlayên ku 3'yê Hezîranê li çoltera Amedê di şer de şehîd bûbûn ragihand û bi bîr anî. -
Li şeş bajaran gelek kes hatin destgîrkirin
Di çarçoveya lêpirsînê de ku navenda wê Sêrt e, biryara destgîrkirina 33 kesan hatibû dayîn, li 6 bajaran bi ser gelek malan de hate girtin. Di serdegirtina malan de gelek kes hatin destgîrkirin. -
Serok Barzanî, Serokwezîr Barzanî!
Li Başûrê Kurdistanê piştî ku Nêçirvan Barzanî ji bo serokatiyê sond xwar, parlamentê Mesrûr Barzanî wezîfedar kir ku hikumetê ava bike. -
Dagirkeriya Tirk wê sibe li Silêmaniyeyê bê şermezarkirin
Ciwanên welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, bi armanca şermezarkirina dagikeriya dewleta Tirk a herêma Xakurkê çalakiyekê lidar dixin. Ciwanan bang li hemû ciwan û gelê Başûr kirin ku tevlî çalakiyê bibin. -
Komalên Ciwan bang kir: Li Xakurkê bibin 'mertalên zindî'
Koordînasyona Komalên Ciwan diyar kir, êrîşên dewleta Tirk ên li Xakurkê 'êrîşeke berfireh a dagirkeriyê ye' û bang li ciwanan kir ku bibin mertalên zindî.