KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Rejîma AKP’ê li Dersimê 31 herêm qedexe kir
Rejîma AKP’ê li bejahiya Dersimê 31 herêm ji bo salekê qedexe kir. -
HPG: Li Çelê 3 leşker hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Çelê di çalakiya gerîla de 3 leşkerên Tirk hatine kuştin, 3 jî birîndar bûne. -
Ji civîna PDK û YNK'ê ya li ser Kerkûkê çi derket?
Li navçeya Karahîncîr a Kerkûkê bi pêşengiya PDK û YNK'ê civînek hate lidarxistin. Gelek partiyên Kurd tevlî civînê nehatin kirin. Eşkere bû ku her du partiyên serdest li ser xebitandina walîtiya Kerkûkê û meclîsa bajêr li hev kirine. -
Yîgîtel: Divê em destekê bidin girtiyên jin ên li Baybûrtê
Rozerîn Yîgîtel diyar kir ku xwişka wê ya li Girtîgeha Tîpa M a Baybûrtê girtî ye, ji wan re qala êşkenceya li girtîgehê kiriye û ji bo girtiyên jin banga piştgiriyê kir. -
Leşkerên Tirk madeyên xwarinê yên gundiyan kontrol dikin
Piştî ku Wezareta Karên Hundir a Tirk ambargoya xurekê danî ser 32 bajaran, tîmên Tevgera Taybet a Jendermeyan (JOH) dest bi kontrolkirina madeyên xwarinê yên diçin gundan kirin. -
Li herêma Barzanê çalakî, li Derya Reş şer
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku li Barzanê di çalakiyên gerîla de gelek leşkerên Tirk hatine kuştin. Li Derya Reş jî şer qewimî. -
Gerîla TV dîmenê çalakiya li Çelê weşand
Gerîla TV dîmenê çalakiya 8'ê Îlonê ya li Girê Koordîne yê navçeya Çelê ya Colemêrgê weşand ku di encamê de 4 leşker miribûn. -
Rastiya li Wanê Soylu li derewê diqelibîne
Wezîrê Karê Navxwe yê Tirk Suleyman Soylu her roj derewekê dike. Soylu îdîa kir ku li Wanê bikaranîna madeyên hişbir û qeçaxiya mirovan bi dawî dibe lê di herdu jî zêde dibin. -
Li Iraqê du hêz şerê hev dikin, Kurd wê li ku derê cih bigirin?
Endamê Komîteya Têkiliyên Derve ya KCK'ê Serhat Varto bûyerên siyasî yên li Iraqê û Başûrê Kurdistanê nirxand. -
Talankerên AKP'yî Gola Wanê diherimînin
Şaredariya Artemêtanê ya DBP'yî ku ji aliyê AKP'ê ve hatiye desteserkirin û Şaredariya Tûşbayê ya AKP'yî peravên Gola Wanê bi keviran dagirtin. -
Erdogmûş: Li Rihayê rewşeke metirsîdar heye
Parlamenterê HDP'ê yê Rihayê Nîmettûllah Erdogmûş bal kişand ser taybetmendiya nifûsa Rihayê û got, amadekarî tê kirin ku bi taybetî li navçeyên mîna Serêkaniyê şerê navbera Kurd û Ereban bê derxistin. -
Dilê AKP'ê bi 2 girtîgehan rehet nebû, yeka din li Erdîşê çêkir
Rejîma AKP'ê ku ji bilî şer û mirinê tiştekî li Kurdistanê nake, careke din giranî da ser çêkirina girtîgehan. Li Erdîşê ku nifûsa xwe 200 hezar e û 2 girtîgeh lê hene, AKP'ê girtîgeheke din çêkir. -
Malbatên Roboskiyê: Ew ê têkoşîna me bidome
Lêgerîna edaletê ya malbatên Roboskiyê, wekî her Pêncşem îro jî domiya. Malbat îro cara 350’emîn hatin ba hev û diyar kirin heta ku berpirsyarên qetlîamê werin darizandin wê têkoşîna xwe bidomînin. -
Tirkiye û Îranê bi hev re li Bradostê dan
Tirkiye û Îranê bi balefir û topan bi hev re li herêma Bradostê ya Başûrê Kurdistanê dan. -
Gerîlayan li Şirnexê ji du baskan ve çalakî kirin
Gerîlayên HPG'ê li Êlkê ya Şirnexê li dijî kozik û stargehên hêzên dagirker ên Tirk ji du baskan ve çalakî kirin. -
Di çalakiyên li Rojhilat de gelek kes hatin destgîrkirin
Ji kesên ku êrîşên rejîma Îranê û darvekirina ciwanên Kurd protesto dikirin gelek kes hatine binçavkirin. -
Operasyona leşkerên Tirk a li Hezoyê didome
Operasyona artêşa Tirk a li bejahiya navçeya Hezoyê didome. Cerdevan û yekîneyên taybet jî tevlî operasyonê bûn. -
Îdlib wê hebûna Tirkiyeyê diyar bike
Serhet Varto: Eger Tirkiye di Îdlibê de winda bike, wê êdî nekare di siyaseta Efrînê be bi pêş ve biçe. Rewşa Efrînê hinek bi pêşveçûna operasyona Îdlibê ve girêdayî ye. -
HDK’ê têkildarî êrîşên Îranê daxuyanî da
Alîkarê Sekreterê Giştî yê HDK’ê Aso Hesenzade di êrîşên li dijî wan de yên ku rejîma Îranê kiriye, bêdengiya partiyên Başûrê Kurdistanê rexne kir. -
Li Qendîlê êrîşa hewayî
Balafirên artêşa Tirk a dagirker herêma Qendîlê bombebaran dikin. -
Gelê Rojhilat li dijî darvekirinan di çalakiyê de ne
Li gelek bajarên Rojhilatê Kurdistanê, darvekirina çalakgerên Kurd hate protestokirin. -
HPG’ê têkildarî çalakiyên li Şirnex û İdîrê daxuyanî da
HPG’ê ragihand ku di çalakiya Îdirê de 6 leşker hatine kuştin û di çalakiya Şirnexê de jî hejmara kuştî û birîndarên dijmin nehatiye tespîtkirin. -
Li Heftanînê bombebaran: Rez û baxçeyên gundiyan bûn hedef
Artêşa Tirk a dagirker bi avêtina top û hawanan ya li gundê Nîzore yê herêma Heftanînê rez û baxçeyên gundiyan kir hedef. Di êrîşê de zirarekî mezin a gundiyan çêbû. -
KCK: Çareserî têkoşîna hevpar a gelan e
Hevseroktiya Konseya Rêveber a KCK’ê li dijî serdestiya îdeolojiya faşîst a 12’ê Îlonê bal kişande ser girîngiya têkoşîna hevpar a azadî û demokrasiyê. -
Partiyên Kurd cara yekem ji bo Kerkûkê li hev civiyan
Piştî ku artêşa Iraq û Haşdî Şabî di 17’ê Cotmehê Kerkûk û herêmên bi nanok kontrol kir, cara yekem partiyên Başûrê Kurdistanê li hev civiyan û rewşa vê herêmê gotûbêj kirin.