KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Di êrîşa Îranê ya li ser PDK-Î û HDK’ê de 21 kes mirin
Di êrîşa rejîma Îranê ya li dijî navenda PDK-Î û HDK’ê ya li navçeya Koyê ya Hewlêrê de 21 kesan jiyana xwe ji dest da. -
Rejîma Îranê 3 girtiyên siyasî yên Kurd darve kirin
Rejîma Îranê tevî hemû nerazîbûnên navnetewî girtiyên siyasî yên Kurd Ramîn Huseyîn Penahî, Zanyar Muradî û Loqman Muradî bi darve kirin. -
HPG: Li Colemêrgê 15 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê ragihand ku di çalakiyên hêzên wan yên li Colemêrg û Sêrtê de 18 leşkerên artêşa Tirk ên dagirker hatine kuştin. -
Rejîma Îranê Penahî dar ve kir
Li gel hlewesta navnetewî ya li dijî rejîma Îranê jî hate ragihandin ku Ramîn Huseyîn Penahî dar ve kiriye. Li gorî agahiyan rejîma Îranê vê Şemiyê cezayê darvekirinê yê li ser Penahî pêk anî. -
Rejîma Îranê li Hewlêrê li du baregehên partiyan da-NÛ BÛ
Wesayîtên hewayî yên bêmirov û topavêjên Îranê li navçeya Koyê ya Hewlêrê li navenda partiya Hizbî Demokratîk Kurdistan (HDK) û li ya Partiya Demokrat a Kurdistan a Îranê (PDK-Î) da. -
Ji girtiyên Kurd Zanyar û Luqman Muradî agahî nayê girtin
Li gorî agahiyên parêzerê girtiyên Kurd Zanyar û Luqman Muradî agahî ji herdu girtiyan nayê girtin. Malbatên girtiyên Kurd li pêşiya Girtîgeha Recaîşar a Kerec rawestiyane. -
Gerîlayên HPG/YJA-Star: Li Lêlîkanê leşker nikarin gavekê bavêjin
Gerîlayên HPG’ê yên ku li derdora girê Lêlîkanê dora leşkerên Tirk 24 seatan dorpêç kirin û çalakiyan li dar dixin wiha gotin; “Leşkerên Tirk çopa dikeve li pêşiya wan jî tirsa nikarin rakin, nikarin gav bavêjin.” -
Ji qeyûm gavên ‘dabeşker’
Qeyûmê ku Şaredariya Colemêrgê desteser kirî bi îdîaya ku zarokên hin malbatan PKK’yî ne û alîkariyê bi PKK’ê re dikin av ji ser wan qut kiriye. -
Çalakvanên Mertalên Zindî: Têkoşîna li dijî dagirkeriyê wê dom bike
Çalakiya Mertalên Zindî ya li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a li Başûrê Kurdistanê li Qendîl dabû destpêkirin, piştî 3 mehan bi daxuyaniyekê bi dawî bû. Ciwanan anî ziman ku çalakiyên wan ên li dijî dagirkeriyê wê bi rêbazên cuda dewam bike. -
HPG'ê li ser şerê li Colemêrgê daxuyanî da
HPG'ê ragihand, li Colemêrgê di çalakiya 6'ê Îlonê de leşkerek hate kuştin, 2 leşker jî birîndar bûn. Hate gotin, 3'ê Îlonê jî li Çelê di şer de 3 gerîla şehîd bûn. -
Cotkarê di 'lîsteya gewr' de!
Welatiyê ku çapemeniya AKP'ê weke 'terorîstê di lîsteya gewr' de pêşkêş kir û ragihand ku hatiye girtin, eşkere bû ku cotkarê bi navê Nûrettîn Canan ê 68 salî ye. -
Li Qendîlê demsala Simaqan..
Li Qendîlê demasala berhevkirina simaqan destpê kir. Şêniyê gundên Qendîlê: “Ev jî çandeke Kurdewarî ye, ji bo wê em her tim girîngî pê didin.” -
Dayika Muradî: Wê werin darvekirin, werin hewarê!
Derbarê grtiyên siyasî yên Kurd Zanyar û Luqman Muradî biryara darvekirinê dan. Dayika Muradî got, ‘’Bi hewara me ve werin, derkevin qadan’’. -
Rejîma Îranê dixwaze girtiyên Kurd îşev îdam bike
Li gorî agahiyan, rejîma Îranê wê îşev girtiyên siyasî yên Kurd Zanyar Mûradî û Luqman Mûradî ku pismamê hev in, darve bike. -
Gerîla lê da, wesayita leşkerî qulipî
Gerîla TV dîmenê çalakiya gerîla ya 31'ê Çileyê weşand ku li bejahiya navçeya Bazîdê pêk hat û di encamê de wesayiteke leşkerî hate rûxandin. -
Cenazeyê Viyan Çiya hate veşartin
Cenazeyê gerîlaya YJA Starê Viyan Çiyan a li Xerzanê şehîd bû, li Dîgorê hate veşartin. -
'Şewitandina daristanên Kurdistanê beşek ji şerê topyekûn e'
Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Tayîp Temel bal kişand ser şerê topyekûn ê li dijî gelê Kurdistanê tê kirin û got, şewitandina daristanên Kurdistanê jî beşek jî vî şerî ye. -
Çelîk: Tecrîd sûc e, hesabê vî sûcî wê were dayin
Parlamenterê HDP'ê Tûma Çelîk diyar kir ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan divê tavilê bê rakirin û got, "Ev yek sûc e. Rojekê wê hesabê vî sûcî bê dayin." -
Gerîlayên HPG'ê: Dijmin wê nikaribe bi peyatî jî bireve
Gerîlayên HPG'ê diyar kirin ku ew êdî derbasî qonaxa êrîşê bûne û artêşa Tirk poşman kirine. Gerîlayan gotin, "Teknîk çiqasî bi pêş bikeve, gerîla jî li dijî wê taktîkên xwe bi pêş dixîne." -
Malbatên Roboskî: Edalet û demokrasî nemaye!
Malbatên Roboskî yên di hefteya 349’an a lêgerîna xwe ya edaletê de daxuyanî dan, bal kişandin ku êş û rondikên çavan bi salan in dibar e û gotin: “Edalet û demokrasî nemaye!” -
Li Çarçellayê çalakiya sabotajê: 8 leşkerên Tirk hatin kuştin
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir ku hêzên gerîla li herêma Çarçella ya Geverê li leşkerên Tirk dane û di encama çalakiya sabotajê de herî kêm 8 leşker mirine. -
'Em name û pirtûkan ji Fadil Şenyaşar re bişînin'
Fadil Şenyaşar ê ku xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz birayê wî û bavê wî qetil kiribûn, piştî bûyerê hatibû girtin. Şenyaşar a niha di hucreyê de ye. Parêzer Sevda Çelîk Ozbîngol ji bo ji Şenyaşar re name û pirtûk were şandin, bang kir. -
Şewata li Dersimê dewam dike
Şewata ku ji ber bomberdûmana artêşa Tirk li herêma Kûtûdere ya Dersimê dest pê kir, li qadeke berfireh belav dibe. -
HPG'ê nasnameya 2 şehîdên Derya Reş eşkere kir
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê diyar kir, li navçeya Kutun a Gumuşhaneyê di şerê 20'ê Tebaxê de du gerîla şehîd bûne. -
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Dalgin bi merasîmekê hate veşartin
Cenazeyê gerîlayê HPG’ê Yûnûs Dalgin (Mervan Farqîn) ku li bejahiya gundê Dereova yê navçeya Qislê ya Dersimê şehîd bûbû bi merasîmekê li gundê wî hate veşartin.