11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Leyla Guven hat birîn

Dadgehê derbarê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven de bi îdiaya “propaganedeya rêxistinê” kiriye, 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê lê birî.

 Rûniştina doza ku bi hinceta “propagandaya rêxistinê” li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Leyla Guven hatibû vekirin, li  Dadgeha Cezayên Giran a 9’emîn a Amedê hat dîtin.

Guven ji bo parastina xwe bike, bi rêya pergala SEGBÎS’ê beşdarî rûniştinê bû.

Piştî parastina Guven, dadgehê bi îdiaya ku di 3 axaftinên cuda de “propaganadaya rêxistinê” kiriye 11 sal û 7 meh cezayê girtîgehê li Guven birî.

Dozger di rûniştina berê ya 7’ê Îlonê de derbarê Leyla Guven de bi giştî 43 sal û mehek û 15 roj cezayê girtîgehê xwestibû.

Guven li Girtîgeha Jinan a Xarpêtê tê dîlgirtin.