17 salî ye, 12 caran hatiye destgîrkirin

Li Amedê di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin destgîrkirin.

Vê sibehê li navçeyên Kayanipar, Baxla, Yenîşehîr û Sûrê polîsên Tirk bi ser gelek malan de girt, deriyên malan şikandin û mal û serûbinî hev kirin.

Mazlûm Kardaş, Bêrîvan Abîş, Sergen Sucu û Cotkar Amaraû gelek kesên din hatin destgîrkirin.

Cotkar Amar ê 17 salî ji 7 saliya xwe ve ev 12 carin tê destgîrkirin.