3 kes li Rihayê hatin destgîrkirin

Li navçeyên Pirsûs û Wêranşarê yên Rihayê di serdegirtina malan de 3 kes hatin destgîrkirin.

Polîsên Tirk danê vê sibehê li navçeya Pirsûs a Rihayê avêtin ser mala welatiyê bi navê Baran Karak. Piştî lêgerîna li malê, Karak destgîr kirin û birin Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê.

Li taxa Elbegendî ya navçeya Wêranşarê jî, bi hinceta parvekirinên li medya civakî kesên bi navê Hasan Kabak û Abdulkadîr Çalagan hatin destgîrkirin. Kabak û Çalagan birin Fermandariya Jendermeyan a Navçeyê.