3 sal 9 meh ceza li gerînendeyê Ozgur Halkê birîn

3 sal û 9 meh ceza li Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan hate birîn.

Rûniştina doza Gerînendeyê Karê Nivîsaran ê Kovara Ozgur Halkê Mahmût Gulecan û xebatkarê kovarê Mevlut Gur li Dadgeha Cezayê Giran a 13’emîna Stenbolê hate kirin. Rojnameger bi hinceta ku ‘propagandaya rêxistinê kirine’ û ‘pesnê sûc û sûcdariyê dane’ hatin darizandin.

Heyeta dadgehê 3 sal û 9 meh ceza li Mahmût Gulecan birî.