46 kesên ku êrîşên li ser cenazeyan protesto kirin hatin binçavkirin

Polîsan êrîş birin ser kesên ku pêkanîna hovane ya li dijî cenazeyan protesto kirin û 46 kes binçav kirin.

Endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Windayan ên Anadoluyê (ANYAKAYDER) bi armanca şermezarkirina dayîna cenazeyan di "qutiyên karton" de, xwestin li Qada Şîrînevlerê daxuyaniya çapemeniyê bidin. Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK), Dayikên Nobeda Edaletê, Dayikên Aştiyê, Tevgera Jinên Azad (TJA), Hevserokê Giştî yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (HEDEP) ya Stenbolê Mûrat Kalmaz, Meclîsa Jinan a HEDEP, MATUHAYDER, Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, Navenda Çanda Mezopotamyayê (MKM), Meclîsa Ciwanan a HEDEP û nûnerên rêxistinên sivîl ên demokratîk û gelek kes tevlî bûn.

Beriya daxuyaniyê Qada Şîrinevlerê ji aliyê polîsan ve hat dorpêçkirin. Girseya ku ji bo daxuyaniyê hat qadê, dowîzên Hakan Arslan ê ku di şerê li navçeya Sûrê ya Amedê di êrîşên qirkirinê de şehîd bû û cenazeyê wî 7 sal şûnde di 29'ê Tebaxa 2022'an de di torbeyê de radestî bavê wî hat kirin, hilgirtin.

Gel piştî bi êrîşa polîsan re rû bi rû man, hatin dorpêçkirin Girse di bin dorpêçê de timî dirûşmên "Şehîd namirin", "Zext nikare me bêzar bike”, "Girtiyên siyasî rûmeta me ne", "Bi binçavkirin û girtinê nikarin me bitirsînin" berz kirin. Jinan jî bi tilîlî û çepikan dorpêça polîsan şermezar kirin. Polîsan bi lêdanê û bi kelepçekirina ji pişt ve 46 kes binçav kirin.

Navê hin kesên hatin binçavkirin wiha ne:

“Hevserokê HEDEP'ê yê Stenbolê Mûrat Kalmaz û Turan Kizilkaya, Gulsum Dag, Mehmet Aydemîr, Gulsun Ozturk, Mîhrîban Aydin, Hevberdevka Meclîsa Ciwanan a HEDEP'ê Edanûr Îbrahîmoglû, Faysal Ozdeş, Aslan Demîr, Mehmet Arinç, Veysel Oztaş, Îbrahîm Ûzûn, Şafî Erol, Riza Kaplan, Mehmet Şîrîn, Huseyîn Akbaş, Fatma Yilmaz, Makbule Yilmaz, Sînem Yildirim, Behiye Dag, Saadet Aksu, Sîpan Çoban, Turkan Acar, Asiye Aslan, Kumrî Akgun, Abdulmelik Esenboga, Selma Yilmaz, Rojda Yilmaz, Huseyîn Atbaş, Sedat Sonmez, Zekî Orhan, Pinar Kandal, Hulusî Guler, Sînem Karabaş, Netîce Aydemîr, Reşît Ertugrul, Nurten Varlik, Cahîde Avşar.”