Girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê bi daxwaza 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareserî ji pirsgirêka Kurd re' di roja 12'emîn a greva birçîbûnê ya dorveger de ne.
Çalakiyên di 27'ê Mijdara 2023'an de di çarçoveya kampanya "Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re" destpê kir. Girtiyên PKK'yî yên li Girtîgeha Tîpa H a Eskîşehîrê bang li her kesî kirin ku ji bo serxistina kampanyayê çi ji destê wan tê bikin.
Daxuyanî bi vî rengî ye:
"Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan 25 sal in li girtîgeha Îmraliyê di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê de tê hiştin ku mînaka wê li devereke din nîne. Nikare sûdê ji mafekî qanûnî werbigire, hevdîtina bi malbatê û parêzeran re tê astengkirin û nêzî 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê wergirtin. Ev rewş gihîştiye wê astê ku gefê li tenduristî û jiyana wî bixwe.
Rejîma tecrîd û êşkenceyê ya li girtîgeha Îmraliyê bi rengekî eşkere binpêkirina pîvanên hiqûqî yên neteweyî û navneteweyî ye, lê belê tevî vê yekê jî her roj hîn bêhtir tê girankirin. Saziyên navneteweyî yên mîna CPT ku bi pêşîgirtina li êşkenceyê erkdar e, li hemberî vê yekê bêdeng dimînin û dibin hevparê vê kiryarê.
Li gel sîstema êşkence û tecrîdê ya li girtîgeha Îmraliyê her wiha konsepta şer a ji bo tepisandina têkoşîna demokrasî, wekhevî û azadiyê ya gelê Kurd di nava 8 salên dawî de sîstema dewletê û avaniya civakî bi rengekî piralî xistiye nava krîzeke bingehînî. Dewamkirina şer wê krîzê hîn giran bike. Rêya rizgariya ji krîzê jî dawîanîna li sîstema tecrîdê ya Îmraliyê, misogerkirina azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd a bi rêyên siyasî ye.
EM SÎSTEMA ÊŞKENCEYÊ YA ÎMRALIYÊ QEBÛL NAKIN
Weke girtiyên PKK'yî yên li Girtîgeha bi Tîpa H a Eskîşehîrê, em vê sîstema êşkence û tecrîdê ya Îmraliyê qebûl nakin ku di şexsê Rêberê me li ser me û gelê me, gelan tê ferzkirin ku dûrî pîvanên hiqûqî, exlaqî û wijdanî ye. Rêberê me ji bo me hinceta jiyanê ye. Em azadiya Rêberê xwe weke azadiya gelêw Kurd, azadiya gelên bindest û azadiya civaka demokratîk dibînin. Ji bo bibin beşek ji kampanya 'Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re' me di 27'ê Mijdara 2023'an de dest bi greva birçîbûnê ya dorveger kir û em çalakiyê dewam dikin.
EM KAMPANYAYÊ BI SER BIXÎNIN
Em bang li gelê xwe, gelên xwe, jin û ciwanan, kedkaran, hêzên demokratîk û şoreşgeran û her kesên ku ji xwe re dibêje ez mirov im dikin, ku tevlî vê kampanyayê bibin û ji bo serxistina kampanyayê çi ji destê wan tê bikin. Bi baweriya ku em ê bi hev re bi ser bixin, we hemûyan silav dikin û hurmetên xwe pêşkêş dikin."