Çalakiya Nobeta Edaletê: Heta tecrîd bi dawî dibe wê têkoşîna me berdewam bike

Çalakiya Nobeta Edaletê, ku bi armanca azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajaran hatî destpêkirin, bi bîryardarî dewam dike.

Çalakiyên Nobeta Edaletê ya ku di çerçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” ku bi awayekî hemwext bi çalakiyên grevên birçîbûnê yên li girtîgehan hatiye destpêkirin, li Amed, Wan, Stenbol, Mêrsîn û Edeneyê dewam dike.

AMED

Li Amedê çalakiya Nobeta Edaletê ya bi pêşengiya Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Med (MED TUHAD-FED) di roja xwe ya 21’emîn de berdewam kir. Çalakî li avahiya Rêxistina Navçeya Rezanê ya Amedê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partiyê) didome. Çalakvanên nobetê pêşmalên spî yên li ser “Tecrîd sûceke li dijî mirovahiyê ye” nivîsî li xwe kirin û tevahiya rojê bi serdanên rêxistinên sivîl û welatiyan dewam kir.

WAN

Nobeta Edaletê ya li avahiya Rêxistina Wanê ay Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi pêşengiya Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Wanê (TUHAY-DER) destpê kir, di roja 20'an de didome.

Çalakvanên nobetê berxwedana zindanan silav kirin û diyar kirin ku ew di serî de berxwedana Abdullah Ocalan xwedî li hemû berxwedanvanan derdikevin.

STENBOL

Çalakiya nobetê ya ji aliyê Komeleya Alîkariya bi Malbatên Girtiyan re ya Marmarayê (MATUHAYDER) ve li avahiya Rêxistina Navçeya Bagcilarê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di 13’ê Kanûnê de hatibû destpêkirin dewam dike. Li salona ku çalakiya nobetê lê didome pankartên bi Kurdî û Tirkî hatin daliqandin. Çalakiya nobetê bi serdanên welatiyan berdewam dike.

MÊRSÎN

Çalakiya Nobeta Edaletê ya Komeleya Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Çûkûrovayê (Çukurova TUAY-DER) daye destpêkirin, di roja 21’an de berdewam kir. Hate diyar kirin ku çalakiya li vir jî bi serdan dewam dikin û bê navber dirûşmên "Bijî têkoşîna zindanan" û "Jin, jiyan, azadî" tên berzkirin.

EDENE

Nobeta Edaletê ya li avahiya Komeleya Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên Girtî û Hikumxwaran re ya Edene Akdenîzê (AATUHAY-DER) di roja 21’emîn de berdewam dike. Di çalakiyê de pankartên bi nivîsa "Tecrîd sûcek li dijî mirovahiyê ye" û "Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk em bibin dengê girtîgehan" bal kişand. Çalakiya nobetê bi serdanan berdewam dike.