Çapemeniya cîhanê ji bo Idlibê çi got?

Çapemeniya cîhanê li ser bombebaran li Idlibê ku bi dehan leşkerên Tirk mirin got di şerê Sûriyê de, ''wê bibe fetlonekek'' û her wiha got, dewleta Tirk bi gefa penaberan dixwaze Ewropa bide pişt xwe.

Şikestina Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan a di sefera Idlibê de, di rojava çapemeniya cîhanê de bû. Di çapemeniya cîhanê de li ser bomberana li Idlibê ku di encamê de bi dehan leşkerên Tirk hatin kuştin, hate gotin, di şerê Sûriyê de,''wê bibe fetlonek'' û her wiha hate gotin Tirkiye bi gefa penaberan dixwaze Ewropa bide pişt xwe.

LE MONDE: TANSIYON ZÊDE DIBE

Rojnameya Fransiz Le Mondeyê got, ''Tansiyona di navbeya rejîma Sûriyê û hevalbenê wê yê dlsoz de pir zêde dibe'' û diyar kir Wezîrê Karê Derve yê Tirk Mevlût Çavûşoglu ji Sekreterê Giştî yê NATO'yê Jesn Stolnberg alîkariya xwestiye. Le Monde bi bîr xist Stolnberg bang li Şam û Moskowê kiriye ku ''êrîşên xwe rawestînin'' û her wiha NATO îro wê kom bibe û dewleta Tirk wê ji NATO'yê bixwaze ku xala 4'an bi cih were.

Li gorî xala 4'an a NATO'yê dema ku, ''Ew fikir li ser çêbû ku gefek li ser yekeretiya xakê, serxwebûna siyasî an jî ewlehiya ya welatekî endam çêbû, hemû alî piştevaniyê dikin''.

GUARDÎAN: KEŞTIYÊN ŞER ÊN RÛS XWE BERDANE BEHRA SPÎ

Rojnameya Ingilîz Guardîan got piştî windahiyên dewleta Tirk ên li Idlibê dewleta Tirk deriyên Ewropayê ji bo penaberan vekirine. Rojnameyê got rageşiya di navbeyna Moskow û Enqerê de bi bombebaran dawî 'bilez' geş bûye û înê du keştiyên şer ên Rûs di tengava  Stenbolê re xwe berdane Behra Spî. Guardînê got bi êrîşa dawî re li Idlibê 53 leşkerên Tirk mirine.

DÎE WELT: TIRKIYE BI PENABERAN EWROPAYÊ DITIRSÎNE

Dîe Welt a Elman jî şantaja Tirkan a li ser penaberan nivîsî. Dîe Welt bi bîr xist ku vekirina deriyan a li penaberan pêşî di Reutersê ya Ingilizan de hatiye weşandin û got, ''Hikûmeta Tirk ji berê ve li Rojava ji bo ku tiştekî bide destpêkirin her demê Reuters bi kar aniye''. Dîe Welet got dewleta Tirk Ewropayê bi penaberan ditirsîne û teşwîq dike ku li Idlibê destpê bidinê.

NEW YORK TÎMES: RÛSAN ÊRÎŞ ANÎ

Rojnameya New York Tîmesê jî got dewleta Tirk li Sûriyê derbeke giran xwariye û diyar kir êrîşa navborî, ''wê rewşa şer biguherîne''. New York Tîmesê got, piştî êrîşê, ''Rayedarên Tirk rejîma Sûriyê dikine hedef lê yên ku êrîş anîne balafirên Rûs in.''

FÎNANCÎAL TÎMES: TI ENDAMÊ NATO'YÊ JI BO XALAN 5'AN NE HAZIR E

Fînancîal Tîmesê jî got şerê di navbeyna Tirkan û Sûriyê de bi bûyera dawî geştir bûye, Tirkiye zêdetir wê bang li NATO'yê bike. Tîmesê got, ''lê ti endamê NATO'yê ji bo ku xala 5'an bi fermî sazkar bibe ti hevdîtin nekirine.''