Çeteyên Enqerê çekên giran ji herêma tampon vedikişîne

Hate ragihandin ku komên çete yên Enqerê di çarçoveya peymana di navbera Rûsya û Tirkiyeyê ya Îdlibê de çekên giran ji herêma tampon vedikişîne.

2 berpirsên çeteyan ku  ji Reutersê re axivin û gotin, vekişîna çekên giran sibeha Şemiyê destpêkiriye û wê çend rojan bidome.

Li gorî nûçeyê, Eniya Rizgariya Netewî ya ku dewleta Tirk ava kirî çekên giran yên mina roket û wesayîtên topan wê 20 kîlometreyan vekişînin xeta di navbera hêzên rejîm û komên çete de.

Berpirsekî çeteyan jî  got wê çekên sivîk û navîn herêmê bimînin.