Çûna penaberan a Wanê didome

Li Wanê piştî bobelata lokteyê ku derdora 100 penaber û koçber mirin vê sibehê bi sedan penaberên dn gihane bajêr. Wekîlê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç bang li hikûmetê kir ku derbarê penabern yasayekê derxîne.

Xebatê dîtina penaberên ku 27'ê Hezîranê li Gola Wanê noq bûne didomin. Heta niha cenazeyê 16 kesan hatiye dîtin.

Li gel ku derkete holê lotkeya ku noq bûyî ya Serokê Navçeya Gevaşê yê AKP'ê ye jî ti lêpirsîn nehate vekirin.

Li gel bobelatê jî ji sînorên Îranê penaber ber bi Wanê tên. Vê sibehê bi sedan penaber gihane Wanê.

Derbarê mijarê wekîlê HDP'ê yê Wanê Murat Sarisaç got, ''Dikevin tora şebekeyên qeçaxçiyên mirovan. Sedema mirina wan a bi vî rengî ew e ku li Tirkiyê statûyeke wan a hiqûqî nîne.''

Sarisaç got bal kişande ser trajediya penaberan û got her sal ew dibine şahidê trajediyên wiha penaberên ku têne Tirkiyê dîsa têne vegerandin. Sarisaç got mirovên ku di protestoyên benzînê de a li Îranê cezayê darvekirinê standin û xwe li Tirkiyê girtine dîsa radestî  Îranê kirine.