Êrîş li Xurmatûyê zêde dibin

Di êrîşa hêzên milîsên Şiî ya li dijî Heşdî Şebî ya li bajarê Xurmatû ya Iraqê de, 2 kes mirin, 2 kes jî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên hatin girtin, roja Yekşemê li bajarokê Zergey ê Xurmatûyê di saetên şevê de dema wesayîteke ya Heşdî Şebî derbas dibe teqînek pêk tê.

Êrîşa bi mayînê li gundê ‘Bîr Ehmedî’yê pêk hatiye. Li gorî Ajansa RojNewsê berdevkê hêzên bakûr ê Heşdî Şebî Elî Hisên Haşimî têkildarî mijarê ev agaî da: “Wesayitek a Heşdî Şebî di dema çûna ser kar de, li gundê Bîr Ehmedî bajarokê Zergey rojavayê navçeya Xurmatû mayîn pêde teqiya û di encamê de 2 çekdarên me hatin kuştin û 2 jî bi giranî birîndar bûn.”

Haşimî çeteyên DAIŞ’ê di ber vê êrîşê de berpirsyar digire û dibêje, berê niha çend rojan jî li heman herêmê êrîşê hêzên Iraqê jî kirine.

Di êrîşa bi topan a li taxa Eskerî ya Xurmatû ya 23’ê Tebaxê de jî jinek bi giran birîndar bibû. Dîsa li Xurmatû herî dawî 26’ê Hezîranê di dema derbasbûna konvoya leşkerî ya artêşa Iraqê de teqînek pêk hatibû û leşkerek miribû, 3 jî birîndar bibû.