Êrîşên dagirkeriyê li Kurdistan û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.
Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê hatin şermezarkirin.
Di êrîşên hewayî yên dewleta Tirk a dagirker de ku van rojên dawî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike, heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dan. Weşanxaneya Sîmav, Febrîqeya Êm a Cizîrê, stasyona trenê û febrîqeya zeytê jî di nav de gelek dever hatin bombekirin. Êrîş li gelek bajaran hatin şermezarkirin.
ÎZMÎR
Rêxistina Îzmîrê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) têkildarî êrişên dewleta Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, binçavkirin û girtinan civîneke çapemeniyê lidar xist. Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Zehra Vazan Karabûlût axivî û bal kişand ser fikara desthilatdariyê ya têkçûna di hilbijartinên xwecihî de. Zehra Vazan Karabûlût got, "Şer û polîtîkayên tundiyê ku di tevahiya desthilatdariya xwe de timî pêk dianî, careke din xistin rojevê. Ji bo hilbijartinê careke din rijandina xwînê û mirinê li gelan ferz dikin."
Zehra Vazan Karabûlût bal kişand ser êrîşên li dijî cih û warê sivîlan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û destnîşan kir ku Rojava hêviya jiyana bi hev re ya gelên Rojhilata Navîn e.
MERSÎN
Endam û rêveberên DEM Partiyê li ber avahiya navçeya Akdenîzê li hev kom bûn. Polîsan dor li avahiyê girtin û xwestin li pêşiya daxuyaniyê bibin asteng. Girseya gel a ku ji bo daxuyaniyê li hev kom bû tim û tim dirûşmên "Zext nikarin bi me" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" qîriya.
RIHA
Rêxistina navçeya Serêkaniyê ya Rihayê ya DEM Partiyê xwest êrîşan li ber avahiya partiyê şermezar bike. Lê belê polîsan êriş birin ser girseya gel û Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Hiznî Kiliç û Celal Şahîn, Sedat Aydin, Abdûllah Rabînduz, Mehmet Nacî Yilmaz, Mehmet Ceylan, Mehmet Alî Aslan, Cemîl Tûncer û Zelîha Guvenç bi lêdanê binçav kirin.
EDENE
Bi pêşengiya DEM Partiyê li avahiya Edeneyê ya HDP'ê civîneke çapemeniyê hate lidarxistin. Hevseroka HDP'ê ya Edeneyê Hêlîn Kaya nerazîbûn nîşanî êrîşên Tirkiyeyê da û got, "Ji bo Tirkiyeyeke demokratîk dest ji polîtîkayên şer berdin. Rastî û destketiyên Kurdan qebûl bikin."
COLEMÊRG
Rêxistina DEM Partiyê ya Colemêrgê li kolana ku avahiya partiyê lê ye daxuyaniyek da çapemeniyê. Endamê Komîsyona Hilbijartinê ya DEM Partiyê Orhan Gur daxuyanî da û xwest êrîşên bêperwa yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tavilê bê rawestandin. Gur got, "Ji bo vê jî em bang li raya giştî ya demokratîk a neteweyî û naventeweyî dikin, bang li dijberên şer dikin ku bikevin nava liv û tevgerê. Em bi hev re dikarin vî şerî, êş û mirinê rawestînin."
Li navçeya Geverê jî çalakî li ber avahiya DEM Partiyê pêk hat û gelek kes tevlî bûn.
ÎDIR
Li Îdirê bi pêşengiya jinên ji DEM Partiyê li ber avahiya partiyê daxuyaniyek ji çapemeniyê re hate dayin. Di dema çalakiyê de pankarta "Rojava rûmeta me ye" hate hildan. Rêvebera DBP'ê Nejla Kûm daxuyanî da û xwest êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tavilê bêne rawestandin.