Êrîşên kîmyewî li Kadikoyê bi meşeke meşaleyî hatin şermezarkirin
Endamên ESP, SGDF û BMG'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî meşeke meşaleyî lidar xistin û gotin, "Gerîla rûmet e, em ê biparêzin."
Endamên ESP, SGDF û BMG'ê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî meşeke meşaleyî lidar xistin û gotin, "Gerîla rûmet e, em ê biparêzin."
Partiya Sosyalîst a Bindest (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanên Sosyalîst (SGDF) û Hêzên Têkoşîna Yekbûyî (BMG) qetilkirina 17 gerîlayên HPG'ê ya bi çekên kîmyewî li navçeya Kadikoy a Stenbolê şermezar kirin. Endamên BMG'ê çalakî û meşeke şermezarkirinê lidar xistin û bal kişandin ser têkoşîna yekbûyî. Her wiha dirûşma "Şoreşger wê hesab ji kujeran bipirsin" hate qîrîn.
Endamên BMG'ê ragihandin ku çekên kîmyewî sûcê li dijî mirovahiyê ye. Çalakgeran di meşê de agahdarî jî kir û got, "Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP'ê li Kurdistanê di êrîşên dagirkeriyê de çekên kîmyewî bi kar anî. Bikaranîna çekên kîmyewî sûcê şer e. Wezîrê Parastinê yê Millî bi gotina 'gaza çavan dişewitîne' hewl dide sûcê xwe veşêre. Kurdan dijmin dîlan dike. Kujerê li Bartinê û kujerê li hemberî Kurdan weke hev e. Çareserî jî di têkoşîna yekbûyî de ye. Li dijî faşîzm, kapîtalîzm û mêtingeriyê em ê bi têkoşîna yekbûyî bi ser bikevin."
Endamên ESP û SGDF'ê jî bi meşeke bi meşaleyan êrîş şermezar kirin. Di meşê de pankarta bi nivîsa "Bi dagirkeriyê we nekarîbûn têk bibin, bi kîmyasalê hûn ê nikaribin biqedînin" hate hildan. Di meşê de dirûşmên "Gerîla rûmet e, em ê biparêzin" û "Kurdistanê wê li faşîzmê bibe goristan" hatin qîrîn.