Komeleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê (DFG) têkildarî nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral û xebatkara Demokratîk Modernîteyê Sema Korkmaz ku dema li Stenbolê nûçe dişopandin ji hêla polîsan ve hatin derbkirin û binçavkirin, daxuyanî dan. Daxuyanî, li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a li Beyoglûyê hate dayîn û gelek rojnamevan beşdar bûn.
Nûçegihana JINNEWS’ê Elfazî Toral, diyar kir ku ji polîsan re got ku rojnamevane lê dîsa jî rastî tundiyê hatiye û wiha got, “Gelek caran kulm li dilê min dan. 5 saetan di wesayîta binçavkirinê de hatim sekinandin. Hem tundiya psîkolojîk hem jî ya fîzîkî li min hate kirin. Di wesayîtê de pêhn li min dan. Min jê re got ku pirsgirêkên min ên tenduristiyê hene, lê dîsa jî nesekinin. Li emniyetê polîsan gotine ku ez li dijî wan derketime. Tundiya li dijî min li emniyetê jî berdewam kir. Weke kesên ji kevneşopiya Çapemeniya Azad tên, em ê berxwedana ji bo heqîqetê bidomînin. Tevî êrîşên wan jî dê israra me bidome.”
Sema Korkmaz jî tiştên bi serê wê hatin vegot. Korkmaz, anî ziman ku armanca ji êrîşan ew e ku civakê bêdeng bikin û wiha pê de çû, “Tevî van êrîşan jî dê xebatên me bidomin. Çapemeniya Azad nayê bêdengkirin.”
Endama Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) Elîf Taşdogan, jî diyar kir ku polîs hiqûqa xwe tune dihesibînin û ev tişt anî ziman, “Polîs, ji polîtîkaya necezakirinê cisaretê digirin. Li vir em ji dewleta hiqûqê zêdetir, dewleta polîsan dibînin. Em ê vê pêvajoyê bişopînin. Me têkildarî derbkirinan rapor wergirtin û dê pêvajoya hiqûqî heta dawiyê bidomînin.”
Nûçegihana JINNEWS’ê û endama MKG’ê Marta Somek, jî di daxuyaniyê de wiha got: “Em ê di nava hefteyê de li gel Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) û ÎHD’ê li dozgeriyê gilî bikin. Dê xebatên me yên li dijî van êrîşan bidomin û em ê dev ji nivîsandina heqîqetê bernedin.”