Îçlî yê di greva birçîbûnê de, banga xwedî derketina li berxwedanê kir
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Mazlûm Îçlî wiha got: “Divê her kes xwedî li berxwedana me derkeve. Heta ku Rêbertiya me azad nebe, ti kes azad nîne.”
Ji girtiyên di greva birçîbûnê de Mazlûm Îçlî wiha got: “Divê her kes xwedî li berxwedana me derkeve. Heta ku Rêbertiya me azad nebe, ti kes azad nîne.”
Bi rengekî bêhiqûqî 124 sal ceza li Mazlûm Îçlî hate birîn. Îçlî ket greva birçîbûnê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate destpêkirin. Îçlî bi rêya malbata xwe peyamek şand. Îçlî diyar kir ku koma duyemîn greva birçîbûnê dewr girtiye û wê çalakiya wan heta 15’ê Sibatê bidome.
Îçlî ev tişt got:
“Armanca me ya sereke ew e ku tecrîda li ser Rêbertî bi dawî bibe. Me ti carî tecrîda li ser Birêz Ocalan û hevalên wî qebûl nekir. Em ê ji vir û şûn de jî qebûl nekin. Ji ber ku em baş dizanin ku; Birêz Ocalan pêşengiya azadî, aştî û demokrasiyê dike.
Ev greva me ji bo hinekan hişyarî ye. Divê gelê me û kesên aştîxwaz xwedî li vê berxwedanê derkevin. Em dibêjin ku; Em yekîtiya xwe xurt bikin, em bi yekîtiya xwe bedew û bi hêz in. Bi Bahattîn Erkaplan re em di koma duyemîn de cih digirin. Banga me ji malbata Erkaplan û gelê Kurd re ew e ku bi xurtî û lehengî xwedî li berxwedana me derkevin, piştgiriyê bidin û divê her kes bi hestiyar be. Bi ruhê berxwedanê ez her kesê silav dikim. Heta ku Rêbertiya me azad nebe, ti kes azad nîne. Divê her kes vê rastiyê bizane.”