Endamên ÎHD'ê ji bo girtiyê nexweş Refîk Sunkur hatin ba hev
Endamên ÎHD’ê bal kişandin ku dermankirina girtiyê nexweş Refîk Sunkur tê astengkirin û gotin: “Di bin her şert û mercan de em ê bi domdarî dengê girtiyên nexweş ragihînin.”
Endamên ÎHD’ê bal kişandin ku dermankirina girtiyê nexweş Refîk Sunkur tê astengkirin û gotin: “Di bin her şert û mercan de em ê bi domdarî dengê girtiyên nexweş ragihînin.”
Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD), xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin. Lê ji ber Qada Galatasarayê hat qedexekirin polisan destûr nedan, komîsyonê di hefteya 340’an de çalakiya "Rûniştina F" li pêş avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê.
NAYÊ DERMANKIRIN
Komîsyonê vê hefteyê bal kişand ser girtiyê nexweş Refik Sunkur ku pîl di dilê wî de heye û nexweşê girane. Komîsyonê Azadiya Sunkur xwest û xwest Refik Sünkur bê berdan. Endame Komîsyonê yê Şaxa ÎHD'ê Mehmet Acettîn daxuyanî da û xwest hemû girtiyên nexweş bên berdan. Acettîn, bal kişand ser rewşa girtiyê nexweş Refik Sunkur ku di sala 1995’an de hat destgîrkirin û girtin û wiha got: "Cezayê heta heta li Sunkur hatiye birîn. Beriya bê girtin ji piyê xwe birîndar bû. Li Girtîgeha Stenbol/Umraniye nehat dermankirin. Di hestiyê milê wî yê çepê de 15 santimetre hestî kin bûye. Du car platîn xistiye milê wî. Nikare mile xwe tev bide. Piştî Umraniye sewqî Bayrampaşa, Tîpa D a Amedê, Kocaeli/Gebze û Tîpa F a Kandira ya Kocaeliyê kir. Refik Sunkur niha li Girtîgeha Tipa F a Boluyê girtî ye.
BANGA HESTYARIYÊ
Acettîn, destnîşan kir ku Sunkur ji 2015'an ve nabin nexweşxaneyê û dilê Refik Sunkur bi pîlan dixebite. Acetîn da zanîn ku divê ji 6 mehan carekê Sunkur bibin kontrolê. Lê li Boluyê pîl nayên kontrolkirin û herî dawî di Hezîrana 2017'an de biribûn sontorlê. Acettîn, bang li her kesî kir û xwest ji bo çalakiya Dayikên Şemiyê û girtiyên nexweş hestiyar tev bigerin.