Îmret: Ev hilbijartin wê paşeroja civakê diyar bike

Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret di çarçoveya karê hilbijaritnê de li Darmstadtê di civîna gel de axivî û got, "Ev hilbijartin ji bo diyarkirina çarenûsa civakê, gelekî girîng e.

Ji bo wezîfedarên di dema dengdanê de bi erk û berpirsyarî rabin li bajarê Essen ê Elmanyayê civînek hate lidarxistin. Di civînê de amadekariyên ji bo hilbijartinê hatin nirxandin û hate ragihandin ku wezîfedarên hatine tespîtkirin wê li ber sindoqan bin û muşahîtiyê bikin.

Di civînê de hate destnîşankirin ku ji bo AKP-MHP nikaribe dek û dolaban bigerînin, divê sindoq bi xurtî werin ewlekirin û hate gotin, welatiyên li Essen, Dortmund, Hagen, Gelsenkirchen û Velbertê wê rojên dengdanê wezîfedar bin.

DARMSTADT

Li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê, ji bo hilbijartinên 24'ê Hezîranê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd civîneke gel hate lidarxistin. Hevşaredara Cizîrê Leyla Îmret weke qiseker beşdarî civînê bû û rewşa siyasî û atmosfera hilbijartinê ya li Tirkiyeyê nirxand. Îmret diyar kir ku ev hilbijartin ne tenê ji bo Kurdan, lê ji bo paşeroja hemû civakê gelekî girîng e û bang li her kesî kir ku bi hemû hêza xwe tevlî bibin."

Îmret got, "Gelê me divê bi ruhê seferberiyê ji bo Selahattîn Demîrtşa bixebite û em têkoşîna xwe ya demokrasiyê bigihînin asta herî bilind. Bi vî rengî em ê karibin bi ser bikevin."