Însiyatîfa Zarokên Agir cihên kar û wesayît şewitandin
Însiyatîfa Zarokên Agir li Edene, Edîrne, Enqere û Stenbolê agir berdane wesayît û depoyên kargehên girêdayî desthilata AKP-MHP’ê.
Însiyatîfa Zarokên Agir li Edene, Edîrne, Enqere û Stenbolê agir berdane wesayît û depoyên kargehên girêdayî desthilata AKP-MHP’ê.
Însiyatîfa Zarokên Agir li Kozana Edeneyê 18’ê Tebaxê wesayîtek a faşîstek Tirk û 21’ê Tebaxê li Kocaeliyê 3 wesayîtên girêdayî depoyeke veguherîne şewitandine. Li Edîrneyê jî 22’ê Tebaxê wesayîtek hate şewitandin.
BI DEHAN WESAYÎT Û DEPO HATIN ŞEWITANDIN
Li Enqereyê jî 22’ê Tebaxê depoya UPS ya kargeha kargoyê ji aliyê Kurdan ve hate şewitandin. Li depoyê nêzî 25-30 wesayîtên kargehê şewitîne. Ji wesayîtên hatîn şewitandin 15 jê kamyon, 10 jê wesayîtên ku belavkariyê bû. Çalakgeran bal kişandin ku kargehê arîkariya aborî dida desthilata AKP-MHP’ê.
Li Umraniya Stenbolê 23’ê Tebaxê depoya veguherînê şewitandine û hemû wesayîtên li depoyê jî hatine îmhakirin.
Li Bagcilara Stenbolê jî 23’ê Tebaxê gelek wesayîtên AKP’iyan hatine şewitandin. Hetanî ku wesayît bi temamî hatine îmhakirin, şewitîne.