Însiyatîfa Zarokên Agir du parzûngeh şewitandin

Însiyatîfa Zarokên Agir ragihand ku li Stenbol û Balikesîrê 2 parzûngehên bermahiyan şewitandine.

Însiyatîfa Zarokên Agir bi daxuyaniyekê ragihand ku 9'ê Hezîranê li navçeya Maltepe ya Stenbolê parzûngeheke bermahiyan a şaredariyê şewitandine.

Heman rojê li bajarokê Altinolûk ê navçeya Edremît a Balikesîrê jî parzûngeheke bermahiyan a li qadeke tûrîstîk hate şewitandin. Hate ragihandin ku şewatê pênc saetan dewam kiriye û xisareke madî lê bûye.