Însyatîfa Zarokên Agir marketekî mezin şewitand

Însyatîfa Zarokên Agir ragihand ku marketekî mezin 2 kargehên girêdayî AKP’iyan şewitandine.

Însyatîfa Zarokên Agir a daxuyaniyek da, ragihand ku li Îzmîr, Sakrya, Tekîrdag û Bûrsayê gelek cih şewitandine. Însyatîfê anî ziman ku di encama şewitandina market û depoya wê de 20 milyon ziyan li xwediyê wê bûne.

Li gorî daxuyaniyê 21’ê Tebaxê li Îzmîrê babrîqeya vegerandinê li Îzmîrê hatiye şewitandin.

23 û 24’ê Tebaxê jî li navçeya Malkara ya Tekirdagê 5 depo hatine şewitandin.

24’ê Tebaxê jî li Sakaryayê marketeke li gel depoyeka wê ya ji xwarin û vexwarinê tije hatiye şewitandin. Însyatîfê got: “Ji ber ku depoya herî mezin a fîrmaya AKP’iyan e 20 milyon lîre zerek bûne.”

Heman rojê li navçeya Înegol a Bûrsayê jî fabrîqeya vegarandinê û depoya wê hatiye şewitandin.