Şahîn: Hikumet berpirsyarê xizaniyê ye
Serokê berê yê SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn destnîşan kir ku berpirsyarê xizanbûyîna bajarê Wanê hikumet bi xwe ye.
Serokê berê yê SMMMO'yê Îbrahîm Şahîn destnîşan kir ku berpirsyarê xizanbûyîna bajarê Wanê hikumet bi xwe ye.
Li gorî daneyên Saziya Statîstîkan a Tirkiyeyê (TUÎK) di nava bajarên xizan de bajarên Kurdistanê li rêzên destpêkê ne. Bajarên Tirk jî bajarên herî dewlemend in. Para herî bilind a ji Hatineya Navxweyî ya Xeyrî Safî bû para bajarên Tirk Kocaelî, Stenbol, Enqere, Îzmîr û Antalyayê. Para herî kêm jî bû ya bajarên Kurdistanê Wan, Agirî, Riha.
Bajarê Wanê ku bajarekî mezin e, nifûsa xwe 1 milyon û 500 hezar kes e. Tevî ku li ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê (Îran) ye, şêniyên Wanê nikarin bazirganiya sînor bikin. Ji aliyê sewalkariya heywanên biçûk ve tevî ku li Tirkiye û Kurdistanê di rêza destpêkê de ye, ji ber ku buhayê êm û ka gelekî zêde ye, her wiha gelek zozan hatine qedexekirin û firotina heywanan ji welatên derve re hatiye qedexekirin, sektora sewalkariyê jî li ber qedandinê ye. Li bajêr ku hilberîn nîne, şêniyên Wanê ji bo karibin bixebitin neçar dimînin ku koçî bajarên Tirk bikin.
'HIKUMET BERPIRSYAR E'
Serokê berê yê Odeya Muşawîrên Malî ya Hesabirên Serbest a Wanê (SMMMO) Îbrahîm Şahîn diyar kir ku li gorî daneyên TUÎK'ê Wan welatê herî xizan e. Şahîn anî ziman ku ji ber polîtîkayên hikkumetê li Wanê sewalkarî û bazirganî li ber qedandinê ye û got, "Bajarê me Wan ji bo çandinî û sewalkariyê bajarê herî guncaw e, lê belê çandinî û sewalkarî ji ber nêzîkatiyên polîtîk ên hikumetê nikare berheman biafirîne û nema balê dikişîne. Bêguman berpirsyarê vê hikumet e. Ji ber ku hikumet welêt bi rê ve dibe û berpirsyarî ya wan e."
'ENCAMÊN NEYÎNÎ YÊN XIZANIYÊ'
Şahîn diyar kir ku gelek encamên neyînî yên xizaniya bajarê Wanê hene û got, "Yek ji van encaman jî koçberî ye. Mirovên ku kar bi destê wan nakeve neçar dimînin ku koç bikin. hin rayedar dibêjin ku li bajêr gelek razemenî hatine kirin. Eger li vî bajarî razemenî hebe, em çima di rêza 81'ê de ne. Çima bajarê herî xizan ê Tirkiyeyê ye."