Şebnem Korûr Fîncanci hate destgîrkirin -NÛ BÛ

Seroka Konseya Navendî ya TTB'ê Şebnem Korûr Fîncanci ku ji ber daxuyaniya xwe ya têkildarî êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bû hedefa Erdogan, hate destgîrkirin.

Seroka Konseya Navendî ya Yekîtiya Tabîban a Tirk (TTB) Şebnem Korûr Fîncanci, ku gotibû divê êrişên dewleta Tirk ên bi çekên kîmyewî bê lêkolîn, li Enqereyê hate destgîrkirin.

Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Seroka TTB'ê û Endama Desteya Rêveberiyê ya Weqfa me Prof. Dr. Şebnem Korûr Fîncanci bi rengekî ku nayê qebûlkirin hate destgîrkirin. Divê tavilê bê berdan."

Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê her wiha ji dadgehê xwest ku dawî li wezîfeya Fîncanci ya Serokatiya Konseya Navendî ya TTB'ê bê anîn û serokê nû hilbijêre.