Şehîdên 10'ê Cotmehê hatin bîranîn

Şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê di meha 98'an de ji aliyê rêxistinên civakî yên sivîl ve hatin bîranîn. Di bîranînê de hate gotin, "Em ê nehêlin ku 10'ê Cotmehê bê jibîrkirin."

104 kesên li Enqereyê di 10'ê Cotmeha 2015'an de di êrîşa DAÎŞ'ê de ya li ser Mîtînga Ked, Aştî û Demokrasiyê jiyana xwe ji dest dan, di meha 98'an a komkujiyê de hatin bîranîn.

Endam û rêveberên Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekîtiya Odeyên Mîmar û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Konfederasyona Sendîkayên Karkerên Şoreşger (DÎSK), Yekîtiya Tabîbên Tirk (TTB) û Komeleya Piştevanî û Aştiyê ya 10'ê Cotmehê beşdarî daxuyaniya çapemeniyê bûn ku li ber gar a Enqereyê hate dayin.

Seroka komeleya 10 Ekîm-Der Mehtap Sakîncî Coşgûn diyar kir ku ew li cihê bûyerê ne û anî ziman ku heta niha ti ji daxwazên wan bi cih nehatine anîn. Coşgûn rgaihand ku bi komkujiyê bersiv ji mîtînga aştiyê ya hêzên aştî û kedê re hate dayin û got, "Mixabin cenaze ji 49 bajarên Tirkiyeyê re hatin şandin. Dirûşma bi hezaran mirovî aştî bû. Ji bo aştî bê vî welatî, gavek nehatiye avêtin. 104 kesan jiyana xwe ji dest dan, lê belê mekanîzmaya edaletê bi cih nehate anîn. Berpirsyarên rastî nehatin eşkerekirin, bi darizandina ceza re, bi darizandinên du mehan carekê re hewl didin biçikînin. Dixwazin vê komkujiyê roj bi roj bidin jibîrkirin."

Coşgûn anî ziman ku ji bo edaletê wê bên ber gar a Enqereyê û got, "Em ê soza xwe bi cih bînin ku 10'ê Cotmehê ji bîr nekin û nedin jibîrkirin. Em dixwazin ku sozên ji me re hatine dayin bi cih bêne anîn. Em ê bên vê derê û daxwazên xwe her tim bînin ziman."