Şehîdên meha Cotmehê li Peîneyê hatin bîranîn
Şehîdên meha Cotmehê û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li bajarê Peîneyê hatin bîranîn. Di civîna bîranînê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Şehîdên meha Cotmehê û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li bajarê Peîneyê hatin bîranîn. Di civîna bîranînê de êrîşên dewleta Tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê hatin şermezarkirin.
Şehîdên meha Cotmehê û Bêrîtan (Gulnaz Karataş) li bajarê Peîne yê Elmanyayê hatin bîranîn.
Civîn ji aliyê YJK-E û Komîteya Jinan a Peîneyê ve hate organîzekirin. Siyasetmedar Leyla Bîrlîk, ji Saziya Malbatên Şehîdan Bavê Hisên û bi navê YJK-E jî Hakîme Yoûsef axivîn.
Di civînê de li ser jiyan û têkoîna cangoriyan sînevîzyon hate nîşandan. Qisekeran jî şehîdên meha Cotmehê bi bîr anîn û dilsoziya xwe ya bi şehîdan re nîşan dan.
Her wiha işaret bi êrîşên dewleta Tirk ên li ser Kobanê hate kirin û bang li gel hate kirin ku dakeve qadan û li ber êrîşkariya dewleta Tirk rbin.