Abdûrrahîm Gun ê di êrîşê de birîdar bû sewqî Amedê hate kirin

Îro li dijî rêveberê DEM Partiyê Ahmet Gun û kurê wî Abdûrrahîm Gun êrîşa çekdarî pêk hat. Abdûrrahîm Gun ku di êrîşê de bi birîndarî rizgar bibû, sewqî Nexweşaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hate kirin.

Li gundê Taloka yê navçeya QiIleban a Şirnexê Endamê Meclisa Şaredariyê ya Sêgirkê û Rêveberê Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya Sêgirkê Ahmet Gun û kurê wî Abdûrrahîm Gun, danê sibehê rastî êrişeke çekdarî hatin. Di êrîşa çekdarî de rêveberê Dem Partiyê Ahmet Gun jiyana xwe ji dest da û kurê wî Abdûrrahîm Gun birîndar bû.

Abdûrrahîm Gun ku bi birîndarî rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê, danê êvarê sewqî Nexweşaneya Zanîngeha Dîcleyê ya Amedê hate kirin.

Hate hînbûn ku Gun ku hatiye ser hişê xwe û wê bê emeliyatkirin.