AKP'ê Festîvala Dersimê 'qedexe' kir

Walîtiya Tirk a li Dersimê ragihand ku 18. Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê hatiye qedexekirin.

Federasyona Komeleyên Dersimê (DEDEF) plan kir ku 18. Festîvala Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê di navbera 26-29'ê Tîrmehê de li dar bixe. Federasyonê serî li walîtiya Tirk da, lê walîtiyê bersiveke neyînî da. Walîtiya Tirk îdîa kir ku festîval 'rêxistinê fînanse dike û endaman jê re peyda dike' qedexe kir.

BEN: BÊ QEDEXEKIRIN JÎ...

Serokê Komîteya Amadekar a Festîvalê Alî Haydar Ben nerazîbûneke tund nîşanî qedexekirina festîvalê da û diyar kir ku wê sibe saet 18'an li meydana Seyîd Riza daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Ben got, bê qedexekirin jî wê serdana cihên pîroz ên baweriyê bikin û armanca festîvalê bi cih bînin.