AKP fermanê dide qeyyûm bi cih tîne!
Li Wanê rêxistina AKP’ê ya Wanê fermanê dide qeyyûmê şaredariya bajarên mezin a Wanê û qeyyûm karkeran ji kar derdixe.
Li Wanê rêxistina AKP’ê ya Wanê fermanê dide qeyyûmê şaredariya bajarên mezin a Wanê û qeyyûm karkeran ji kar derdixe.
Qeyyûmê şaredariya bajarê mezin a Wanê berê hin karker ji kar avêtibû. 250 karkeran serî li dadgehê dabûn û dadgehê heq dabû wan. Tê diyarkirin ku karkerên li bendê ne, dest bi karê xwe bikin wê neyên stendin û ji dêvila van karkeran wê kesên di lîsteya rêxistina AKP’ê ya Wanê têkevin kar.
Piştî ku di sala 2016’an de qeyyûm li ser şaredariya bajarê mezin a Wanê hatibû peywirdarkirin, şaredarê bajarê mezin a Wanê Bekîr Kaya di sala 2016’an de hatibû girtin.
Di dema qeyyûm Mûrat Zoroglû de sekreterê giştî yê ji Kayseriyê anîbûn Wanê Mûstafa Yalçin di vîdeoyekê de digot ku “Divê mirov van hemûyan ji holê rake. 653 karker bi îmzeya min ji kar hatibû derxistin. Dema ku min ev kes ji kar avêt, gelekî kêfa min hat. “
250 karkerên ku ji aliyê qeyyûm Mûrat Zoroglû de ji kar hatibûn derxistin, ji bo ku vegerin ser karê xwe serî li dadgehê dabûn. Beriya hilbijartina di 31’ê Adarê de karker di dadgehê de bi ser ketibûn. Karker li bendê bûn ku vegerin ser karê xwe lê azmûna wan têkçûyî hate nîşandan. Derket holê ku rêxistina AKP’êya Wanê zext li qeyyûm kiriye. Rêxistina AKP’ê ya Wanê lîsteyek daye qeyyûm jê û xwestiye ku van kesan têxe kar. Hate hînbûn ku hefteya borî 6 karker ji kar hatibûn derxistin û wê bi vî awayî şûna wan were dagirtin.