Artêşa Tirk ji bejahî ve êrişê dibe ser Heftanînê

Artêşa Tirk a dagirker, li dijî Heftanînê dest bi operasyoneke bejahî kir.

Artêşa Tirk a dagirker, li dijî Heftanînê ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê ye, dest bi operasyoneke bejahî kir.

Çavkaniyên xwecihî destpêkirina operasyonê piştrast kirin, lê belê agahiyên berfireh nehatin bidestxistin.