Aştiya ku li mutaxabê xwe digere - III

Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd ji serdema destpêkê û heta niha bi israr qala çareseriyê dike jî, dewleta Tirk gelek caran li Tirkiye û her çar parçeyên Kurdistanê operasyon pêk anî û komkujî kir.

Dewleta Tirk di serdema ku şerê herî dijwar diqewimî de li ser gel û PKK’ê êrîşên ku tu sînor û qanûnan nas nake pêk anî û bi rastî bang û hewldanên hêviya aştiyê mîna îro dîsa hatin rojevê. Tiştên ku îro diqewimin, serketina tevgereke ku ji roja yekem ve rêya çareseriyê nîşan daye û aliyê din ê ku di şer de israr kiriye, hatiye ser maseya ku Rêber Apo her tim nîşan daye. 

BANGÊN AGIRBEST Û ÇARESERIYÊ BI KOMKUJIYAN BERSIVANDIN 

Dewleta Tirk, bangên PKK’ê yên ji bo agirbest û çareseriya siyasî ku ji sala 1993’yan vir ve car bi car dikir, bi israr ji nedîtî ve hat. Israra li ser şer bênavber berdewam kir. Li hemû herêmên Kurdistanê êrîş û komkujiyên mezin hatin kirin. Li dijî gelê Kurd ên li Tirkiyeyê dijîn, êrîşên nîjadperest û faşîst hatin birêxistinkirin. Hem di êrîşên dewleta Tirk û hem jî yên çeteyên faşîst ên sivîl de bi hezaran kes hatin qetilkirin. Gundiyan avêtin çalên asîtê, di binçavan de winda  kirin û di girtîgehan de hatin qetilkirin. Bi çekên kîmyewî êrîşî herêmên gerîla kirin. Wê demê êrîşa kîmyewî ya herî mezin a li hemberî gerîlayan di 16’ê Gulana 1994’an de li Çiyayê Bêzarê hat kirin. Şeş gerîla û 22 xwendekarên dersxaneyê yên ku dixwestin tevlî ARGK’ê bibin, bi çekên kîmyewî hatin qetilkirin. 

Piştî ku agirbestên di navbera salên 1993 û 1995’an de bi dawî bûn, Rêber Apo di hevpeyvîna ku bi Ertugrul Kurkçu yê rojnameya Ozgur Gundemê re kiribû de bi zelalî diyar kir ku aliyê ku aştî naxwaze dewlet e û “Agirbest ne tiştek e ku vala derketiye holê. Encamên wê yên pir girîng hebûn. Bi taybetî dema ku me eleqeya aliyê din dît, em bi hesasiyeteke mezin nêzîk bûn. Li ser navê me wan got, ‘Teslîm dibin, dev ji têkoşînê berdidin’. Madem ku derfeteke lihevkirinê hebû, me yê vê yekê binirxanda. Me nirxand, lê ji aliyê din ve bi komployekê terkî komployê hate kirin.” 

BI SEDAN OPERASYON, HEWLDANÊN KOMKUJIYÊ YÊN BÊHEJMAR 

Tevgera Azadiya Kurd diyar dike ku ji damezrandina xwe ve heta niha li hemberî nêzîkatiya aliyê din bi israr bikaranîna hêzê bersivê didin, dewleta Tirk li şûna ku alîgiriya çareseriyê bike, hem li Bakur û hem jî li deverên din ên ku gerîla lê bi cih bûne, operasyon pêk anî. Ji bilî operasyon, êrîş û komkujiyên ku li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê pêk aniye, li hemberî parçeyên din ên Kurdistanê gelek caran operasyonên ku wekî dersînor bi nav dike pêk anî. 

Hin operasyonên ku tenê wekî dersînor têne binavkirin ev in; 

15’ê Tebaxa 1986’an Başûr 

4’ê Adara 1987’an Başûr 

5-13’ê Tebaxa 1991’an Başûr 

30’ê Tebaxa 1992’yan Başûr 

5'ê Cotmehê-15'ê Mijdara 1992’yan Başûr 

12’ê Cotmehê - 5 Mijdara 1992’yan Bashûr 

13-19’ê Tebaxa 1993’an Operasyona Kîrpî 

5’ê Mijdara 1993 - 28’ê Çileya 1994’an Bakurê Iraqê 

6-13’ê Mijdara 1993’yan Operasyona Dersînor a Karyaderî 

27’ê Çile - 2’yê Sibata 1994’an Operasyona Alanduz 

16’ê Adarê - 26’ê Nîsana 1994’an Operasyona Ejder 

26’ê Tîrmehê - 3’yê Tebaxê Bakurê Iraqê 

20’ê Adarê - 4’ê Gulana 1995’an Operasyona Çelîk 

20-21’ê Gulana 1995’an Operasyona Jerma-Betkar 

23’yê Adara 1995’an Heftanîn Bask 

14’ê Tîrmeha 1996’an Operasyona Tokat 

12’ê Gulanê - 7’ê Tîrmeha 1997’an Operasyona Çekîç 

25’ê Îlonê - 15’ê Cotmeha 1997’an Operasyona Şefeqê 

21-29’ê Sibata 2008’an Operasyona Roj 

24-25’ê Tîrmeha 2015’an Operasyona Şehîd Yalçin 

24’ê Tebaxa 2016 - 29’ê Adara 2017’an Operasyona Mertala Firatê 

5ê Nîsana 2017’an Operasyona Şaxê Zeytûnê 

192ê Adara 2018 - 27’ê Gulana 2019’an Operasyona Mertala Dîcleyê 

15’ê Tebaxa 2018’an Operasyona Sînjarê 

28’ê Gulana 2019 - 14’ê Tîrmeha 2020’an Operasyonên Pençe 

9’ê Cotmeha 2019 - 25’ê Mijdara 2019’an Operasyona Bariş Pinari 

15’ê Hezîrana 2020’an - 5’ê Îlona 2020’an Operasyonên Pençe Kartal û Pençe Kaplan 

10-14’ê Sibata 2021’an Operasyona Pençe Kartal 2 

23’yê Nîsana 2021’an (hîn jî didome) Operasyona Pençe Yildirim 

Mijdara 2022’an (hîn jî didome) Operasyona Pençe Kiliç a Hewayî  

Tevgera Azadiya Kurd a ku dem bi dem agirbest îlan kiriye, diyar kir ku di vê pêvajoya agirbestê de ew bi isar li aliyê aştiyê ne, wê pêvajoyên pevçûnê bi dawî bibin. Tevgera Azadiya Kurd heta niha di salên 1993, 1995, 1998, 1999, 2006, 2009 û 2013’an de agirbest û serdemên rawestandina têkoşîna çekdarî pêk aniye. AKP’ê pêvajoya aştiyê ya sala 2013’an sabote kir û bi destpêkirina êrîşan re bi dawî bû. Tevgera Azadiya Kurd heta banga Rêber Apo ya 27’ê Sibata 2025’an têkoşîna çekdarî ji nû ve dabû destpêkirin.